Li Geverê 2 şivan hatin derbkirin û bi kuştinê hatin tehdîdkirin!

Li qereqola Wargevîk a navçeya Cîlo ya Geverê 2 şivan ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hatin derbkirin. Şivanên ku bi kuştinê jî hatin tehdîdkirin, diyar kirin ku dê der barê mijarê de gilî bikin.

Colemêrg- Bi taybetî piştî sala 2016'an li Geverê ku ji aliyê qereqolan ve hat dorpêçkirin û xwestin veguherin girtîgeha vekirî, binpêkirinên mafan ên giran rû didin. Li navçeya ku gelek gund û deştên bilind ji ber 'ewlehiyê' qedexe ne û gundên ku qedexe lê nînin destûr lazim e, di mehên havînê de şivan û gundî para xwe ji binpêkirina mafan digirin. Hat îdiakirin ku li herêmên ku sivîl jî diçin, bi taybetî li aliyê Çiyayê Cîlo mayin hatine danîn, duh li herêmê 2 şivanên ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hatin derbkirin û gefa kuştinê li wan hat xwarin.

Du şivan bi saetan hatin derbkirin!

Bûyer 19’ê Tîrmehê saet di 05’ê sibehê de qewimî. Polîsên tevgera taybet ên li herêma Jorîn a Wargevîk bang li şivanên ku dewar diçêrînin, bi gotina "Hûn çima li qadên nêzî baregehê heywanên xwe diçêrînin" li şivanan xistin. S.C. Şivanên bi navê û C.S. bi saetan rastî lêdan û îşkenceyê hatin, hat hînbûn ku di vê heyamê de hêzên tevgera taybet gelek caran gefa kuştinê li şivanan xwarine û gotine, "Eger hûn careke din nêzî vê derê bibin, em ê we bikujin."

'Bi saetan li me xistin'

Şivanên ku me xwe gihand wan der barê mijarê de îşkence piştrast kirin û gotin: “Me wê rojê sewalên xwe diçêrand.  Ajal nêzî baregehê nebûn. Paşê gazî me kirin, em sê kes bûn, du kes çûn. Heger me nikarîba xwe îfade bikira, dê xerabtir li me bixistana. Di navbera saet 5 û 9’ê sibehê de em li baregehê bûn. Li wir gelek caran gef li me xwarin. Li gund jî telefonî hevalê me kirin û bi kuştinê gef li wan xwarin û heqaret li wan kirin. Em ê biçin dozgeriyê û serlêdana sûc bikin. Her çiqas me tiştek nekiribe jî bi saetan li me xistin.”

Li herêmên ku şivan û sivîl diçin mayîn tê danîn

Hin welatiyên ku me bi wan re axivîn, der barê bûyerên piştî îşkenceyê li herêmê qewimîn, îdîa kirin ku li Cîloyê li hin cihên ku sivîl jî çûne mayin hatine çandin. Welatiyan diyar kirin ku ew ne li nêzî qada jor a mayînan, li qadên ku hem şivan û hem jî sivîl lê diçin, hatine bicihkirin û qereqolên li herêmê jî nahêlin gel bêhna xwe bigire. Welatiyan jî da zanîn ku li ser mayinên ku li herêmê hatine bicihkirin weke kamuflaj şopa lingan hatiye danîn. Hin şivanên ku li herêmê dixebitin anîn ziman ku dema pezê xwe diçêrînin gelek caran ji aliyê qereqolê ve rastî tacîzê hatine. Şivanan bertek nîşanî van bûyeran dan û gotin, "Em ê giliyê kê bikin" û bal kişandin ser wê yekê ku di salên borî de ji ber mayînan an jî tiştên biyanî gelek teqîn çêbûn.