Îdîanameya rojnamegeran hat amedekirin

Îdianameya Hevseroka DFG’ê û edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz jî di nav de ya 19 kesan hat amadekirin û pêşkêşî dadgehê hat kirin.

Navenda Nûçeyan- Lêpirsîna der barê Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamya (MA) Dîcle Muftuoglû û edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz jî di nav de 5 jê girtî 19 kesan temam bû û îdianame hat amedekirin. Îdianameya der barê 19 kesên ku di nav wan da rojnamegerên ku di 3’ê Gulanê de bi hinceta xebatên xwe yên pîşeyî hatin girtin jî cih digre, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve ji 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê re hat şandin. Tê dayîn ku dadgeh dê di nava 15 rojan de ya îdianameyê qebûl bike yan jî dê red bike.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, di 29’ê Nîsanê de di encama serdegirtina li 15 bajaran, Dîcle Mûftûoglû û Sedat Yilmaz bi 19 kesan re hatibûn binçavkirin. 19 nav 24 saetan bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêkne anîn û ji dosyayê re biryara nepenîtiyê hat anîn. Piştî 4 rojan 19 nav sewqî Edliyeya Enqereyê hatin kirin. Dîcle Mûftûoglû û Sedat Yilmaz û Erol Balcî, Abdurrahim Tanyeli û Ramazan Debe di 3'ê Gulanê de ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.