Li Mexmûrê ji bo tecrîdê çalakiya nobetê hate destpêkirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî ya Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, Çalakiya Nobetê ya dorveger hat destpê kirin.

Mexmûr - 24 sal e li girtîgeha Îmralî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda girankirî tê meşandin û ji 25’ê Adara 2021’an ve jê agahî nayên girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bi hinceta cezayên “dîsîplînê” an tên astengkirin an jî bê bersiv tên hiştin. Der barê tecrîda ku li Îmralî tê meşandin li seranserî Kurdistan û derve çalakî tên li darxistin. Li Saziya Malbatên Şehîdan ya wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê mehê de bi daxuyaniya çapemeniyê çalakiya Nobetê ya dorveger da destpê kirin. Nobeta roja destpêkê ji aliyê endamên hevserokatiya meclîsa wargehê  hate destpêkirin Beriya daxuyanê deqeyek rêz girtin hat û piştî rêzgirtinê Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel Neşed Kara axivî.

‘Hêzên hegemon dixwazin Kurdistanê bê Rêbertî bihêlin’

Neşed Kara di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser sedsala Lozanê û wiha got: “Beriya sedsalan hêzên hegemonîk yên cîhanê bi armanca Kurdistan bikin çar parçe û Kurdan bê statû bihêlin peymana Lozanê îmze kirin. Di roja îro de jî bi heman armancê dixwazin gelê Kurd bi tecrîdê re rû bi rû bihêlin û di sedsalên li pêşiya me de bê Rêbertî bihêlin. Ev 28 mehin ji Rêbertî bi tu şêweyan agahî nayên girtin. Hêzên hegemonîk yên cîhanê bi hêzên dagirker yên Kurdistanê re ev bi salane bi polîtkayên qirkirin, îmha, înkar û bi tecrîda ku li Îmralî tê meşandin dixwazin gelê Kurd cardin bê statû bihêlin.

Ji bo wê em neçarin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO her cure têkoşîn û berxwedanê bimeşînin. Îro em li wargeha Mexmûr dikevin di nava pêvajoyek nû ya çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO û şikandina tecrîda Îmraliyê. Em  wek gelê wargeha Şehîd Rustem Cudî çalakiya Nobetê li darbixin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Îmralî’, ‘Bijî Serok APO’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.