Li Hîndîstanê erd şemitî: 16 kes jiyana xwe ji dest dan

Li eyaleta Maharashtra ya rojavayê Hindistanê, kesên di encama şemitîna axê ya ji ber barana zêde pêkhat de 16 kes jiyana ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Rayedarên herêmî yên Hindîstanê ragihandin ku hejmara kesên di şemitîna erd ya di 19'ê Tîrmehê de li gundekî navçeya Raîgad a Maharashtrayê pêkhat de, jiyana xwe ji dest dan 16’an.

Rayedaran diyar kirin ku xebatên lêgerîn û xilaskirina kesên ku ji ber şemidîna erd di bin avahiyên hilweşiyayî da mane dewam dikin, dan zanîn ku di bine avahiyên hilweşiyayî yên hêj gelek kes lê asê mane de; 75 kes hatin xilaskirin.

Rewşa hewayê xebatên rizgarkirinê zehmetir dike

Alîkarê Serokwezîrê Eyaleta Maharashtrayê Devendra Fadnavîs ku li ser medyaya dijîtal daxuyanî da, diyar kir ku ekîbên lêgerîn û xilaskirinê yên ku ji bo dîtina kesên asê mane dixebitin ji ber şert û mercên hewayê û erazîbûna herêmê di berdewamkirina xebatên xwe de zehmetî dijîn. Devendre Fadnavis diyar kir ku rayedaran ji bo birindaren xilaskirine ekîbên tenduristiyê şandine herêmê.

Rayedaran, ragihandin ku li welat ji ber barana mûsonê hejmara kesên ku di 2 hefteyên dawî de kesên jiyana xwe ji dest dane 150 derbas kiriye.