‘Zîlan navê tolhildana ji dagirkeriyê ye’

Jinên ji herêma Firatê salvegera şehîd Zîlan ku xwedî dîrokeke berxwedêr e bi bîr anîn û gotin ku çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan tirs û xofê di dilê dijmin de afirandiye.

Kobanê – Zeyneb Kinaci bi nasnav Zîlan sala 1972’an li gundê Elmali yê girêdayî Meletî li Bakurê Kurdistanê hatiye dinê. Zeyneb Kinaci ango Zîlan piştî ku Lîseya Pîşeyî ya Tenduristiyê ya Haydarpaşa qedand, li Nexweşxaneya Dewletê ya Bîrecîkê ya girêdayî Rihayê dest bi kar kir. Piştî îmtîhana ku di sala 1990'î girt Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Înonuyê   a Meletî qezenc kir, wezîfeya xwe sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê kir û li wir pîşeya xwe berdewam kir û beşa şêwirmendiya derûnî qedand.

Zeynep Kinaci dema zanîngeh dixwîne Partiya Karkerên Kurdistan nas dike û di sala 1994'an de li bajarê Edeneyê dest bi xebatên cephewî dike. Di sala 1995’an ji Dersimê jî tevlî refên gerîlayên Kurdistanê dibe. Zîlan di 30'ê Hezîrana 1996'an de li bajarê Dêrsimê dema şahiyek ji aliyê leşkerên tirk dihat kirin çalakiya fedaî pêk tîne, di encama çalakiyê de 17 leşkerên tirk hat kuştîn û  bi dehan leşker jî  birîndar dibe.

Bi boneya salvegera Zeyneb Kinaci jinên ji herêma Firatê bi bîr anîn û ji ajansa me re axivîn. 

'Hêzeke mezin ji navê Zîlanê tê girtin'

Hevseroka destedya ciwan û werzîşê Avaşîn Mito di destpêka axaftina xwe de li ser jiyana şehîd Zîlan nêrînên xwe wiha got: "Dema ku mirov behsa şehîd Zîlan bike divê hêzeke mezin bigre ji navê wê. Dema ku navê Zîlan tê gotin yekser Geliyê Zîlan tê bîra mirov ji ber wê jî navê Zîlan di heman demê de tê wateya tolhildana ji dagirkeriyê. Gelek tişt afirand. Şehîd Zîlan çiqas qala wê were kirin em nikarin îfadeya wê bikin, Rêber Apo gelek behsa jinên azad dike jinên ku mora xwe li dîrokê xistine behs dike. Zîlan jî weke jineke ku xwe di fikir û felsefeya Rêbertî de riya azadiyê û têkoşînê nan kiriye û ji bo her jinek dibe mînak bi taybetî jinên ciwan ku çawa di riya wê de kar û xebatên xwe didin meşandin."

'Çalakî ji bo bersiva lomploya li dijî Rêbertiyê bû'

Avaşîn Misto destnîşan kir ku çalakiya şehîd Zîlan tirseke mezin xistiye nava dilê dijminên Kurdan û got: "Çalakiya fedayî ya ku di 30'î Hezîranê de hat lidarxistin ji kompoya ku li dijî rêbertî li Şamê hatibû kirin re bersivek bû. Ew çalakî di dîrokê de hat nivîsandin û em her dem wê dîrokê dixwînin. Şehîd Zîlan nameye ji rêber Apo re dinivîsîne û di wê nameyê de dibêje: “Ji bo rêbertî û riya rast ger ji canê min girantir tiştek hebûya min ê feda bikira.” Em wek jinên ciwan bi xwendina dîroka wê û naskirina jiyana wê xwe bi hêz dikin û xebateke rast didin meşandin da ku layîqî wê bin."

'Bû bersiv’

Ji koordînasyona rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan, Helêma Osman jî wiha got: "Şehîd Zîlan jineke ku bi berxwedaniya xwe li hemberî dijmin derket û ji êrîşan re bû bersiv. Ji malbateke welatparêz bû di riya zanîngehê de fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd nas dike. Dema dibihîse ku qomplo li dijî serok hatiye kirin ew xwe weke jineke ducanî dike û li navenda leşkerên tirk çalakiya fedayî li dar dixe. Ji wê demê û şûnve gelek jinan fikrên serok nas kirin û xwe feda kirin weke Avêsta Xabûr li Efrînê ji bo ku dijmin derbasî axa wan nebe xwe kir qurban û Arîn Mîrkan a ku xwe di Kobanê feda kir ji bo welatê xwe mirov dikare bibêje doz û riya şehîd Zîlan hilbijartin. Şehîd Zîlan li ser gelek jinan bandor kir. Weke ku li Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî ya li dijî desthilatdariya rejîma Iranê li ber xwe da ew hêz û berxwedanî ji şehîd Zîlan hat girtin. Şehîd Zîlan tirsê xist nava dilê dijmin û bû xwedî hêzeke mezin ji gelê Kurd re."