Li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê bomberdûman û şewat

Piştî civîna rayedarên dewleta Îran, Iraq û Tirkiyê, li dijî herêmên çiyayî yên Kosalan a Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê bomberdûman dat destpêkirin. Welatî dibêjin ewlehiya wan tune.

Navenda Nûçeyan - Di 12’ê Hezîranê de dema ku hêzên Pasdarên Îranê li dijî herêmên çiyayî yên Kosalan a Merîwanê dest bi operasyonê kirin û gundê Çor ê bajêr bi awayekî hemwext hat bombebarankirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hate hînbûn ku gundê Çor ê ku merasîma cenazeyê welatiyekî Kurd lê hate kirin, ji aliyê 'hêzên ewlekariyê' ve hatiye dorpêçkirin. Piştî dorpêçê di navbera gundê Çor û Almaneyê de pevçûn derket.

Di van rojên dawî de hêzên Muhafizên Şoreşê Çiyayê Kosalanê bombebaran dikin û li herêmê şer û pevçûn diqewimin. Êrîş piştî hevdîtina rayedarên Îran, Iraq û dewleta Tirk pêk hatin. Ji aliyeke din ve hate tomarkirin ku sewqiyata leşkerî bo navçeyên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî bo navçeyên sînorî hatiye kirin.

Xelk bi fikar in

Rejîma Îranê gelek caran bi hinceta ku partiyên siyasî yên Kurd beşdarî serhildana gel a ku bi diruşmeya “Jin, jiyan, azadî” dest pê kir, gelek deverên Rojhilatê Kurdistanê bombebaran kir û bû sedema mirina gelek welatiyên sivîl. Kesên ku li herêmên nêzî Kosalanê dijîn, fikarên xwe yên ji bo afirandina atmosfera bêewlehiyê li van deveran tînin ziman.

Jiyana sivîl di xetereyê de ye

Hemwelatiya bi navê NR ya di derbarê mijarê de agahî da, "Em hîn jî hîs dikin ku li derdorê pevçûn hene. Di van rojên dawî de hêzên asayîşê bi taybet bi kincên hikûmetê li gundên derdora Kosalanê geriyan.”

Li aliyê din SS’ê jî têkildarî şer û pevçûnên her sal li van herêman rû didin ev tişt gotin: “Di salên dawî de êrîşên Îranê yên li ser Çiyayê Kosalanê jiyana gelek kesên li herêman xistiye metirsiyê. Li van herêman bax hene û gel di her demsalê de li baxçeyên xwe xwedî derdikevin. Êrîşên bombeyî yên Mûhafizên Şoreşê di nava gel de dibe sedema panîkê. Bi rastî jî guleyek li kesekî ket û ew kes dikaribû bimira. Yek ji guleyan cama mala me şikand û bextê me hebû ku em wê demê li wir nebûn.”

Xweza tê tunekirin

Di berdewamiya bomberdûmana Kosalanê de, rayedarên hikûmetê her sal ji meha Hezîranê heta Cotmeha îsal ji ber sedemên siyasî û ji bo berjewendiyên şexsî çiya dişewitînin û îdia dikin ku guherîna avhewayê sedema şewatê ye. Di dema ku êrîş gefan li gelê herêmê dixwe, agir û bomberdûman jî gelek cureyên nebat û ajalên xwezayê ji holê radike.