CPT li dijî êrîşên dewleta Tirk bang li civaka navneteweyî kir

Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT) fikarên xwe yên der barê berfirehbûna êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê anî ziman û bang li civaka navneteweyî kir ku rê li ber êrîşan bigrin.

Navenda Nûçeyan- Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Kurdistanê bênavber berdewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker li gel bombebaran û topbaranên li ser herêmê, di heman demê de çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar tîne. Ev yek jî hem dibe sedema ziyanên canî û madî, hem jî dibe sedema tenekirina xwezayê.

Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT) ragihand ku ji ber berfirehbûna operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk li nav xaka Herêma Kurdistanê Başûrê Kurdistanê, gelek xemgîn in û wiha hat gotin: “Em bang li civaka navneteweyî dikin ku dawî li dagirkerî û bombebaranên dewleta Tirk ên li derveyî sînorê xwe rojane pêk tîne bînin.”