Li ser gundên Şehba û Minbicê erîş: 6 şervan û hemwelatiyek jiyana xwe ji dest dan

Dewleta Tirk a dagirker di 24 saetên dawî de êrîş li dijî gundên Efrînê ên ku dagirnekirye û herêmên Şehba û Minbic pêkanîn û di encama êrîşê de 6 şervanên girêdayî Meclîsa Leşkerî a Minbicê jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe ên dagirkeriyê li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriye berdewam dike. Dewleta Tirk û çeteyên wê di nava 24 saetan de êrîşên hewayî û bombardûmankirina herêmê Minbic, Şehba û Efrînê zêde kiriye.

Gundên li herêma Şehba û Efrînê bombaran kirin

Balafirên keşfe û SIHA yên dewleta Tirk dûh di saet 06:30’an de li herêma Şehba û Efrînê di firiyan. Dewleta Tirk a dagirker dûh di saet 18:30’an de gundên Soxana û Aqîbê yê navçeya Şerewa bi giranî bombaran kir. Di saet 19:20’an de du caran benden  hêzên hikumeta Şamê ya li derdora navçeya Til Rifat a gundê Aqib yê herêma Şehbayê bombebaran kir. Di êrişê de jî 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûne. Dû tank jî bê bandor bûn.

SÎHA yan di saet 20:15’ê xala girêdayî hikumeta Şamê ya li derdora gundê Tinebê ya Şera hate bombardûmankirin kirin. Gundê Toxan yê li gudewanên Bakûrê Minbic weke tevgerek parêlel li herêma Efrînê bi hewanan hate bombardûman kirin.

Xala kontrola Meclîsa Leşkerî a Minbicê hate bombardûman kirin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da û got: “Balafirek a keşfê ya dagirkeran benda kontrolê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya li gund Diric jî bomberbaran kir û di encamê de şervanekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê şehîd bû. Li aliyê din li derdora Pira Qerqûzak a dikeve rojhilatê Minbicê, balafireke keşfê ya artêşa dagirker nuqteyeke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bombebaran kir. Di encamê de şervanekî meclîsê şehîd bû û şervanek jî birîndar bû.”

‘Li gundê Dendeniyê de 4 şervan şehîd bûn’

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de daxuyanî da û daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Ji vê sibehê ve, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundê Dendeniyê topbaran dikin, di encamê de 2 zarok birîndar bûn. Dema komek ji şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hewl dida xwe bigihînin birîndaran û rakin nexweşxaneya Minbic, balafireke bêmirov a dagirkeriyê ew bombebaran kir. Di encamê de 4 şervan şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn. Her wiha li gundê Ereb Hesen jî balafireke bêmirov a dagirkeriyê maleke bombebaran kir, di encamê de welatiyek şehîd bû."

 Li baregeha Rusî ya bûye hedef de 4 leşkerên rêveberiya Şamê hatin kuştin

Cardin şevê din di saet 23:00’an de êrîşî gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê kir û baregehên girêdayî hikumeta Şamê bombaran kir.  Di êrîşê de 3 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan. Her wiha dewleta Tirk di saetên dereng ê şevê de bombe li derdora baregeha Rûs a li gundê Wehşiyê yê Şehbayê jî barand. Di saet 00:30’an de gundê Şiwarxe yê girêdayî nafçeya Şera bû hedefa bombabaranê, di êrîşê de 2 leşkerên hikumeta Şamê biridar bûn.

Cardin dewleta tirk a dagirker ku bi êrîşan nefes neda standin, gundê Şiwarxe ya girêdayî şera vê siharê carek din bi SÎHA yan êrîş kir. Di encama êrîşê de 2 leşkerên Şamê birindar bûn. Dewleta dagirker ya Tirk di êrîşa hewayî ya li navçeya Şêrewa û Til Rifatê pêkanî de 1 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest da û 3 leşker jî birîndar bûn.