Komxebata li Libnanê bi encamnameyê bi dawî bû

Komxebata “Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk-rêya aştiyê” a ku di 13’ê Hezîranê’ de li Beyrûdê paytexta Libnanê dest pê kiribû, duh bi encamnameyekê bi dawî bû.

Navenda Nûçeyan - Komxebata “Ji bo Rojhilata Navîn a Demokratîk, Rêya Diçe Aştiyê”’ ku di 13’ê Hezîranê de li Beyrûdê paytexta Libnanê dest pê kir, du rojan berdewam kir û duh bi encamnameyekê bi dawî bû. Encamname ji aliye ji aliyê profesorê zanîngeha Iraqê Seyf Ednan ve hate xwendin.

‘Projeya neteweya demokratîk bingeha çareseriyê ye’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku sedemên sereke yên ku bûne asteng li pêşiya veguhertina demokratîk nîjadperestî, ol, mezheb û doza jinê ne. Hat destnîşankirin ku ji bo derbaskirina vê rewşê perspektîfeke cuda pêwîst e û hat destnîşankirin ku projeya neteweya demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, bingeha çareseriyên siyasî, aborî û civakî ye. Di encamnameyê de azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwestin û hate gotin: “Enerjî, av û gelek pirsgirêkên siyasî û çandî yên li Rojhilata Navîn bi konfederalîzma demokratîk dikarin bên çareserkirin. Ji bo ev were pêkanîn divê bi hev re stratejiyeke hevbeş were peyda kirin.”

Di encamnameya dawî ya komxebata 13-14'ê Hezîranê de, bal hat kişandin ser gelek mijaran, di serî de sedemên dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, doza gel û siyasî ye, ji bo rakirina tecrîda ku zêdeyî 2 sal in dewam dike, divê zext û piştevaniya navneteweyî bê kirin.