Li Yewnanistanê di keştiya binavbûyî de bi sedan kes winda ne

Di keştiya ku li Nîvgirava Morayê ya Yewnanistanê noqî avê bû de herî kêm 78 penaberan jiyana xwe ji dest dan, tê texmînkirin ku bi sedan penaber jî winda ne.

Navenda Nûçeyan- Duh li Nîvgirava Morayê ya Yewnanistanê keştiya masîgiran ku penaber tê de bûn, noqî avê bû. Di keştiya ku herî kêm 78 kesan jiyana xwe ji dest dan de, 104 kes jî hatin rizgarkirin. Ji bo dîtina bi sedan kesên winda bûne xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.

Li Yewnanistanê 3 roj şîn hat îlankirin

Hat diyarkirin ku kesên di keştiyê de penaberên Efxanistan û Pakistanê ne. Li gorî agahiyên kesên hatine rizgarkirin dane, di keştiyê de herî kêm 600 kes hebûne. Piştî karesatê, Yewnanistanê li seranserê welat 3 roj şîn îlan kir. Rayedarekê ji bo The Guardinê axivî ev tişt anî ziman: “Hejmara miriyan her serê saetê zêdetir dibe. Hinek agahiyên spekulatîf tên parvekirin ku dibêjin di keştiyê de 600 kes hebûn. Lê ev agahî hê nehatine piştrastkirin. Keştî niha di bin avê de ye..”