Ayşê Gokkan giliyê fermandarê Ahrar Şarkkiye kir

Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan der barê mezûnbûna fermandarê Ahrar’uş Şarkkiye Ebû Hatim Şakra ji zanîngeha Artuklu ya Mardin gilî kir.

Enqere- Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku li girîgeha jinan a Sîncanê girtiye, der barê fermandarê Ahrar Şarkkiye Ebû Hatim Şakra de gilî kir.

Di giliyê xwe de Ayşe Gokkan diyar kir ku Ebû Hatim Şakra siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef destpêkê di nav de berpirsê gelek komkujiyan e, destnîşan kir ku fermandarê Ahrar Şarkkiye Ebû Hatim Şakra ku sûcê dijmirovî dike û sûcê şer dike li zanîngeha Artukluya Mêrdînê mezûn bûye.

Di daxwaznameya giliyê de wiha hat gotin: “Zanîngeha Artukluyê, bûye cihê rêveberên vê rêxistinê li Tirkiyeyê xebatan berdewam dikin erk û bandora serokê teşkilata îstîxbarata tirk MÎT’ê Hakan Fîdan, erkdarên din ên MÎT’ê ne, yên ku wan diparêzin ez der barê wan de gilî dikim.” 

Ayşe Gokkan destnîşan kir ku ev rêxistin û parêzvanên wan, bi taybetî segvanên ku li dijî siyasetmedarên jinên Kurd qetliam kirine û diyar kir ku di çarçoveya sûcên giran ên polîtakayên şer de divê dozger li dijî van sûc û sûcdaran bi erkên xwe  bikevin tevgerê. 

Fermandarê Ahrar Şarkkiye Ebû Hatim Şakra ku ji aliyê civaka navneteweyî ve bi sûcê li dijî mirovahiyê tê sûcdarkirin, li zanîngeha Artukluya Mêrdîn beşa zanista siyaset û têkiliyên navneteweyî dixwend. Di 6’ê Hezîranê de di merasîma li kampusa zanîngeha Artukluya Mêrdînê hatiye lidarxistin de, Ebu Hatim Şakra cubeyê ku li ser bi tîpên Erebî navê  Ahmed (Îhsan Fayyad) el-Hayes nivîsî ye li xwe kiribû.