Li Efrînê polîtîkayên qirkirinê

Endama Koordînasyona Kongra Star Efrîn-Şehbayê Rîhan Elo li ser polîtîkayên qirkirinê yên li herêmên dagirkirî tê meşandin axivî û got ku hedefgirtina jinan polîtîkayên qirkirinê nîşan dide.

HESNA MIHEMED

Şehba- Ji kêliya ku dewleta tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wê di 18'ê Adara 2018'an de Efrînê dagir kirin ve heta niha binpêkirinên mafê mirovî li herêmê didomin. Herî dawî di 14'ê Hezîranê de komên çete yên girêdayî dewleta tirk a dagirker jineke Kurd a bi navê Ûfê Şêx Zeîm a 31 salî qetil kirin. Ûfê Zeîm li mala xwe ya li nêzî çerxeriya Maratê ya bajarê Efrînê rastî êrîşa hovane hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Endama Koordînasyona Kongra Star Efrîn-Şehbayê Rîhan Elo polîtîkayên qetilkirina jinan ê li heremên dagirkirî nirxand.

Binpêkirinên mafan a li dijî jin û zarokan 

Rîhan Elo bal kişand siyaseta dewleta Tirk a li Efrînê dimeşîne û wiha got: "Di van demên dawî de kiryar û binpêkirinên dagirkeran li Efrînê rûdane, siyaset û zihniyeta dewleta tirk a dagirker nîşan dide ku dixwazin îradeya jinan û civakê li Efrînê bişkînin da ku civakek li gorî zihniyet û desthiladariya xwe ava bikin. Bûyerên ku li Efrînê rû didin ne cara yekem e û em dizanin ku heya çeteyek li Efrînê bimîne wê kiryar û binpêkirin berdewam bikin. Di tevahiya salên dagirkirina Efrînê de binpêkirinên li dijî jin û zarokan bi taybetî tên meşandin. Heya ku zihniyeta wan digihîjîne destdirêjî li ser zarokan bikin. Meşandina kiryaran ne tiştek nû ye ji ber ew rastî û heqîqeta zihniyeta faşîst û desthiladariyê ye. Di bin navê olê de dixwazin qirêjiya zihniyetên xwe derxin holê."

Polîtîkayên qirkirinê

Rîhan Elo bal kişand ku ji ber li Efrînê jin bi azadiya xwe tevdigeriyan û rêxistina xwe li wir xurt kiribûn lewra niha ji aliyê çeteyan ve tên hedefgirtin û wiha berdewamî da gotinên xwe: "Beriya ku Efrîn bê dagirkirin jinan li wê deverê azadiya xwe nas kiribûn, di heman demê de rêxistina xwe li herêmê xurtir kirbûn lewre niha rastî polîtîkayên qirkirinê tên li Efrînê ji aliyê çeteyên dagirkeran ve û dibin hedefa kiryarên wan. Rojane jin li Efrînê tên qetilkirin û di îşkenceyan re derbas dibin. Jina bi navê Ûfê Şêx Zeîm jî yek ji wan jinên ku rastî kiryarên dagirkeriyê hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Ev binpêkirin tê wateya tunebûna îrade û hebûna jinan di nava civakê de. Niha jiyana jinan li Efrînê tarî bûye û nikarin serbest bi mafên xwe di nava axa xwe de tev bigerin. Lewre malbet neçar dimînin zarokên xwe di temenê biçûk de bizewicînin û zewaca duyem li ser xwe qebûl dikin tenê ji bo ji kiryarên dagirkeriyê xwe xilas bikin."

Ji bo heremên dagirkirî banga hişyariyê

Rîhan Elo daxwaz kir ku rêxistinên mafên jin û mirovan biçin herêmên dagirkirî û wiha bi dawî kir: "Em wek Kongra Star daxwaz dikin ku rêxistinên mafên jin û mirovan ên navneteweyî biçin herêmên dagirkirî da ku bi çavên xwe rastiya dagirkeriyê û çeteyên wê bibînin û ji cîhanê û raya giştî re ragihînin ku jin li wan deveran nikarin bi azadiya xwe tev bigerin û rastî binpêkirin û kiryarên dijmirovî tên. Her wiha banga me ji kesên ku li Efrînê dimînin re ew e ku xwedî sekn û biryar bin li hemberî dagirkeriyê û serî hildin ji bo ku jiyana bi rûmet bijîn ne koleyên desthilatdaran bin."