Berxwedana jinên Filistînî ya di bin dorpêç û êrîşan de hat vegotin

Jinên Filistînî, berxwedana jinên di bin dorpêç û êrîşan de vegotin. Nûnera Iraqê ya Meşa Jinan a Cîhanê Tayba Saad, diyar kir ku jinên Filistînî modela rol a têkoşînê ne.

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Lûkteya Bilind a Gelan a Cîhanê ya li herêma Mexribê, bi armanca piştevaniya bi jinên Filistînî re bi sernavê "Bi çavê jinên Filistînî şoreş" çalakiyek li dar xistin. Di çalakiya ku li ser sepana Zoomê hat lidarxistin de berxwedana jinên Filistînî hate vegotin. Endama Rêxistina Mûsawa ya Partiya Karkerên Tûnisê Duha Galalî, wiha got: "Ez hêvîdar im ev qad fedakarî û hêza ku jinên Filistînî di her kêliyê de dijîn, îfade dike."

'Rola jinan a di pêşxistina pêvajoya berxwedanê de girîng e'

Seroka Yekitiya Komîteyên Jinan a Filistînê Suhair Khader, diyar kir ku xala sereke ya pêkhateya civaka Filistînê temsîl dikin jin in û balkişand ku jin ev nêzî 100 sal in vê rêwîtiya têkoşînê didomînin. Suhair Khader dest nîşan kir ku di tevgerkirina pêvajoya berxwedanê de rola jinan girîng e û wiha got:

“Jinên Filistînî bingeha berxwedanê ava dikin. Jin li qadan têkoşînên cuda meşandin. Jinên Filistînî ji pencereya ji cîhanê re tê vekirin bêpar tên hiştin. Xirabûna rewşa aborî û êrîşên timî caran ên li ser Şerîda Xezayê bandoreke neyînî li jiyanê dike û ji vê rewşê herî zêde jin zirar dibînin. Jinên penaber ên ji pêdiviyên xwe yên bingehîn bêpar tên hiştin jî, li kampan êş dikşînin.”

'Divê di bin dorpêçê de bi biryar û şervan bin'

Endama Ofîsa Karûbar û Karûbarên Jinan ya Libnanê Yana Al-Samranî jî wiha got: "Ji bo ku hûn bibin jinek di bin dorpêç û bombebaranê de, divê hûn bi biryar û şervan bin. Piraniya jinên Filistînî êşên xwe paşguh kirin û wekî pêşengên guherînê hewl didin ku rastiyek nû biafirînin.”

'Ji ber şer şert û mercên jiyanê girantir dibe’

Berpirsa Yekitiya Komîteyên Çalakiyên Jinan Areej Al-Ashqar bal kişand ser êrîşên li pey hev ên  ên li dijî Şerîda Xezayê û wiha axivî:

“Lê belê jinên Fîlîstînî ku şervanek in, dixwazin di her warî de bibin xwedî biryar û bi taybet di siyasetê de beşdarî pêvajoyên biryardanê bibin. Jinên Fîlîstînî ji bo rûmet û jiyana xwe berdala parçebûn û pevçûnan bi awayekî giran didin. Nebûna ewlehî û îstîkrarî bû sedema nêzî 389 jinan. Ji ber berdewamkirina şer, şer û mercên jiyanê yên jinên li Şerîda Xezayê her ku diçe girantir dibe. Jinên Filistînî, ji ber polîtîkayên şer bi pirsgirêkên tenduristî, aborî, civakî û derûnî re rû bi rû ne.”

'Em ê li qadên şer xeta têkoşînê ava bikin'

Nûnera Meşa Jinan a Cîhanê ya Iraqê Tayba Saad, diyar kir ku ew rêzdariyek mezin didin jinên Filistînî yên ji bo wekheviyê bedelên mezin didin û wiha got: "Jinên Filistînî yên ku ji bo edalet û jiyana azad bedelên mezin didin, di heman demê de modela rola têkoşînê ne.” Çalakvana mafên mirovan a Sûdanî Nemat Coco jî wiha axivî: “Tevî cudahiyên îdeolojîk, pirbûna  siyasî û partisan a li Filistînê jî, biryardariya jinan piştrast dike ku welat ji destpêka her tiştî tê û em ê bi van re bimînin. Em ê li qadên şer xeta têkoşînê ava bikin."

Koordînatora Fraksiyona Jinan a Rêxistina Mossawa ya ji Tûnisê Radia Al-Amoudanî jî wiha got: "Ez ji jinên Filistînî hêz distînim."