Jinên Efrînê bi hêviya vegerê li ber xwe didin

Ji ber dorpêça hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk û koçberiya bi dare zorê hê jî jinên Efrînê yên ji ber êriş û dagirkeriyê neçar man ji warê xwe derbikevin bi hêviya vegera Efrînê berxwedana xwe didomînin.

SÎBÎLYA EL-ÎBRAHÎM

Şehba – Kantona Efrînê ya Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê di 20’ê Çileya 2018’an de rastî êrîşên dagirkeriya Tirk hat. Êrîşa bejahî û hewayî 58 rojan berdewam kir. Gelê Efrînê û hêzên leşkerî bi berxwedaniyek xurt li hemberî êrîşan rawestiyan lê di 18’ê Adara heman salê de Efrîn hat dagirkirin û bi hezaran kes koçberî kantona Şehbayê bûn. Hêviyên vegera Efrînê di dilê koçberên Efrînê yên li kampa Serdemê ya Şehba ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin de bi dawî nabin. Şêniyên Efrînî yên ji ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk neçar man koç bikin, li hemberî rêgirî û dorpêça hikumeta Şamê li ser Şehbayê ferz kiriye li ber xwe didin.

Ji bo em rewşên mirovî li Şehba û bi taybetî rewşa jinan di kampa Serdemê de li gundê Til Susîn ê girêdayî kantona Şehbayê yê bajarê Helebê bibînin, me bi gelek jinên Efrînê re hevdîtin pêk anî.

‘Tenê konekî me û hêviya me ya hegerê heye’

Gulê Ehmed di 60 saliya xwe de ji gundê Beradê yê navçeya Şêrawaya kantona Efrînê ya dagirkerî ye, behsa Efrînê ya beriya dagirkirina dewleta Tir dike û dibêje: “Beriya ku Efrîn dagir bibe bi aştî û aramî bû jiyana me. Lê bi êrîşa li ser Efrîna ku xwedî xwezaya bedew û darên zeytûnan e, em bi canê xwe tenê derketin me tiştek bi xwe re dernexist. Ji ber êrîşên hovane li ser bajêr em ji mirinê reviyan, hemû şêniyên gund derketin û her tişt li pey xwe hiştin mal û milk û zeviyên xwe hiştin û piştre çeteyan hemû talan kirin.

Piştî çend rojan ji koçkirina me em çûn kampa Serdemê lê zivistanê sar e û havînê jî germ e, jiyana me dijwar bûye lê em bi hêviya vegerê li berxwe didin. Em koçber in tenê konekî me heye û hêviyên vegerê hene. Gelê kampê rewşên jiyanî dijwar dijî, ji ber xemsariya rêxistinên mirovî û navdewletî yên li hemberî gelê kampê bi taybetî piştî erdheja berî çend mehan li herêmê, rewş ji berê xirabtir bû. Di heman demê de Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû derfetên xwe kirin xizmeta gel.”

Milekî de rêgirî milekî de êriş

Der barê dorpêça Firqa Çarem a girêdayî hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê û herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji 5 salan ve ferzkirî de jî wiha dibêje: “Dema ku balafirên dagirkeriya Tirk bajarê Efrînê bombebaran kirin em çûn Şehbayê û li wir jî hikumeta Şamê dorpêçeke giran li ser me ferz kir, pêdiviyên jiyanî yên herî kêm jî neman. Piştî şeş salan gelê Efrînê li kampên penaberiyê Serdem, Veger, Berxwedan û Efrînê di nava rewşên jiyanî û zehemet de li ber xwe didin bi hêviya vegera Efrîna rizgarkirî. Tevî hemû astengiyan em ê li ber xwe bidin, tiştek nemîne jî em dixwazin vegerin em ê konekî li ser xaka Efrînê vekin û bi aştî tê de bijîn.”

‘Dagirkeran bi zorê em ji bajarê me derxistin’

Esmehan Kerîm a 35 salî ku ji xelkê navçeya Şiyê ya kantona Efrînê ye dibêje: “Jiyana me xweş û bi aram bû beriya ku Efrîn bê dagirkirin. Hevjînê min di boyaxkirina cilan de kar dikir û min jî werşeyek dirûtinê vekiribû gelek jin tê de dixebitîn hinekan dirûtin dikirin û hinek jin jî dihatin fêr dibûn. Jiyan gelekî xweş bû berî Efrîn dagir bibe û em ji axa xwe derkevin, me bi hev re jiyana hevpar aştiyane û dadwer jiya.”

Der barê êrîşa dagirkeriya Tirk li ser bajarê Efrînê Esmehan Kerîm dibêje: “Dagirkerî û çeteyan bi zorê em ji bajarê me koçber kirin, termê xelkê ji ber bombebarana sivîlan li erdê mabûn, em nikaribûn bi çeteyan re bimînin, me zarokên xwe xilas kirin. Em li gundên dûrî cihên êrîşan man bi hêviya ku em vegerin bajarê xwe zêde dûr neketin.”

‘Ez li vir pê dihesim ku nêzî Efrînê me’

Ji bo berxwedaniya gel li dijî êrîşên li ser Efrînê jî Esmehan Kerîm wiha dibêje: “Tevî êrîşa hovane ya li ser Efrînê gel bi hemû rêbazan li ber xwe da û em derneketin, mayîna me li Efrînê berxwedanî bû lê ji bo zarokên xwe em neçar bûn ji bajêr derkevin.” Esmeham Kerîm destnîşan kir ku piştî Efrîn hat dagirkirin ew di dibistanên gundê Kefir Naya li kantona Şehbayê mane û wiha bi dawî dike: “Piştî kampa Serdem hat avakirin em çûn wê derê ji ber ku nêzî Efrînê ye, li vir ez hîs dikim ku nêzî bajarê xwe me, bayê Efrînê tê hêzê dide me, dibe sedem ku em têbikoşin û li ber xwe bidin heta em vedigerin Efrînê. Divê ku hêzên navdewletî dagirkeriya Tirk û çeteyan ji bajarê Efrînê yê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê derxin.”