Nobeta Edaletê di roja 815’an de ye

Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar li ber edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin di roja 815’an de ye.

Riha – Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsa Rihayê êrîşî malbata Şenyaşar kirin. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xilas bûbû, berdewam dike.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk a Rihayê Ferît Şenyaşar û Emîne Şenyaşar Nobeda Edaletê ya ku di 9'ê Adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin di roja 815'an de berdewam dikin. Ferît Şenyaşar û Emîne Şenyaşar ên ku pankarta bi nivîsa "Ji Malbata Şenyaşar re edalet" li ser bendên beton ên li ber edliyeyê daliqandine, welatiyên ku tên edliyeyê jî der barê çalakiyên  xwe de agahdar dikin.

Li ser hesabê medyaya dîjîtal a malbata Şenyaşar ev tişt hatin parvekirin: “Têkoşîna me ya edaletê 5 sal li pey xwe hişt. Bi gavên ji xwe bawer em her roj gavekê nêzî edaletê dibin. Çavkaniya wêrekiya me ji heqiya me tê.”