Zenûbiya ji bo wekheviya civakî têkoşîna xwe didomîne

Kombûna Jinan a Zenubiya ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di xebatên civakî de ji bo wekheviya zayendî dimeşîne de cudahiyên girîng çêdike, armanc dike ku civakek tê de wekheviya zayendî hebe ava bike.

YUSRA AL-EHMED

Reqa – Kombûna Jinan a Zenubiya a Bakûr û Rojhilatê Sûriye, li beramberî tundîtûjiya ser jinê bi kampanyayên hişyariyê re di her qadê jiyanê de ji bo avakirina wekheviya zayendê û di înşakirina civaka demokratîk de bi sûde. Hedefa destpêkê a Kombûnê destpêkê sedemên tundîtûjiya beramberî jinan ji holê rakirin e.

Rêveberiya Qomîteya Lihevanînê a Kombûna Jinan a Zenubiya Maryam Abdel Rezzaq, da zanîn ku li dijî ferzkirina mêrsalariyê li ser navê kevneşopiyê têkoşînê dikin.

‘Em xebatên hişyarîkirina li dijî tundiyê dimeşînin’

Maryaê Abdel Razzaq diyar kir ku li ser navê kevneşopiyê mafê jin û zarokan tên binpêkirin û wiha got: “Hîna ferzkirina kevneşopiyan rê li ber gelek pirsgirêkan vedike. Di destpêka van de zewaca bi zorê, di temenê zarok de zewicandin tê. Di van demên dawî de zewacên bi zorê, zewacên biçûk, hevberdan û di rêjeya qetilkirina jinan de em zêdebûnê dibînin. Weke Zenubiya li dijî tundîtûjiya beramberî jinan ji bo hişyarkirina civakê xebatên hişmendiyê û kampanya didin meşandin.”

‘Di xebatên kampanya de em rastî astengiyan hatin’

Maryam Abdel Razzaq derbarê zor û zehmetiyên ku di dema xebatên kampanyayê de kêşane de wiha got: “Yek ji wan astengiyên ku em rastî hatine, mêran bejdariya civînên hişmendi avakirinê red kirin bû. Armanca me civakek ku wekheviya zayendî têde hakim be înşakirine. Me bi hevdîtin û pêşniyaran, ev curên pirsgirêkên ku tên jiyankirin bi nîqaşan derbaz kir. Astengiya herî mezin a li pêşiya azadiya jinê û bi destxistina mafê jinê zîhnyeta mêre. Beşdariya zêde ya jinan ji bo civîn û semîneran çiqas ev mijar giring e derxist holê.”

‘Em hedef dikin ku li pêşiya zewaca zarokan bigrin’

Maryam Abdel Razzaq, derbarê kampnayayên ku dane destpêkirin û hedefên xwe de wiha got: “Kampanya me bi dirûşmeya ‘Ji bo înşakirina civakek demokratîk divê em bibin yek’ hate destpêkirin. Kampanya me hedef dike li beramberî metirsiyên zewacên biçûk ku bi hevberdanê encam dibin hişmendiyê ava bikin. Li aliyê din pirjinî, zewacên bê berdel, di zewacan de cûdahiya zêde ya temen, li dijî van mijaran kêmaniya hişmendiyê di malbatan de me dît ku encamên cidî ên nerînê bi xwere anîne. Pirsgirêkên ku hene rêjeya hevberdanê zêde dike. Bi jinên ku bejdarî kampanyayê bûne, ji bo hişmendiya civakê bidin avakirin em di xebitin.” 

‘Li dijî madeyên heşber em têdikoşin’

Maryam Abdel Razzaq, destnîşan kir ku li dijî madeyên heşber xebatên wan hene û got: “Em metirsî û encamên bikaranîna madeyên hişber ji gel re dibêjin. Ên ku medeyên heşber bikar tînin daxwaza wan a bikaranîna tundiyê zêde dibe û ev rewş derûniya jinan xira dike. Divê civak ji bo xwe ji vê belayê rizgar bike divê têkoşînê bike. Em weke Kombûna Jinan a Zenubiya di çarçoveya 25’ê Mijdarê roja Têkoşîna li dijî tundîtûjiya ser jinê a Navnetewî de li Minbic, Tebqa, Reqa, Dêrazor bi dirûşmeya ‘Li dijî hemû cûrên tundî û dagirkeriyê Jin Jiyan Azadî’ me kampanyayek destpêkir. Armanca kampanyayê bi çalakî û xebatên di mijara bandora tundiyê li ser civak û jinê hîşmediyê ava bikin.”