Derbarê rojnameger Nazlican Nûjîn Yildiz de biryara bereatê

Rojnameger Nazlican Nûjîn Yildiz bi hinceta “Endamtiya rêxistinê" dihat darizandin beraat kir.

Navenda Nûçeyan – Derbarê nûçegihana ajansa JINNEWS’ê Nazlican Nûjîn Yildiz de ji ber ku di nav Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad de cih digirt bi hinceta "Endamtiya rêxistinê" doz lê hat vekirin. 5'emîn danişîna dozê li 21'emîn Dadgeha Cezayê giran a Edliya Bayrakliya Îzmîrê hat dîtin. Parêzer û Nûjîn Yildiz tevlî danişînê bûn. 

Piştî tespîta nasnameyê Nûjîn Yildiz û parêzerê dest bi parastinê kir. Piştî parastinê şandeya dadgehê bi hinceta ku delîl kêm in biryar beraatê da.