75 rojnameger di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan

Li gorî rapora Sendîkaya Rojnamegerên Filistînê; di êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê de, di nava 2 mehan de 75 rojnameger jiyana xwe ji dest dan, nêzî 80 xebatkarên çapemeniyê birîndar bûn, 43 rojnameger jî hatin binçavkirin û girtin.

Navenda Nûçeyan - Sendîkaya Rojnamegerên Filistînê der barê rojnamegerên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê de jiyana xwe ji dest dane, ên hatine binçavkirin, birîndar bûne û malên xwe winda kirin de raporek weşand. Li gorî raporê; di êrîşên ku 2 meh in berdewam dikin de heta niha 75 rojnameger jiyana xwe ji dest dane û nêzî 80 rojnameger jî birîndar bûne. 2 rojnameger jî winda ne.

'Malên 60 malbatên rojnamegeran hatin bombekirin'

Raporê teqez kir ku Îsraîlê di êrîşên xwe de bi sedan tawanên şer û binpêkirin pêk anîne ku bi hezaran sivîl hatine kuştin, bi deh hezaran kesên din jî birîndar bûne. Di raporê de hat ragihandin ku di êrîşan de navendên çapemeniyê yên ku malbat û xizmên xwe winda kirine jî hatine rûxandin, malên 60 malbatên rojnamegeran hatine bombekirin û 63 sazî û buroyên çapemeniyê hatine rûxandin.

'43 rojnameger hatin binçavkirin an jî girtin'

Di raporê de hat ragihandin ku ji ber xisara di êrîşan de gihîştiye 25 radyoyên herêmî ku yek li Şerîaya Rojava ya dagirkirî û 24 jî li Zivala Xezayê ne astengî derketine û 3 saziyên çapemeniyê ji aliyê rêveberiya Îsraîlê ve hatine girtin. Di vê pêvajoyê de 41 jê li Şerîaya Rojava 43 rojnameger ku 2 jê li Xezayê bûn hatin binçavkirin û girtin.

'Berpirsê mirina rojnamegeran Îsraîl e'

Di raporê de hat destnîşankirin ku Sendîkaya Rojnamegerên Filistînê ji bo ewlekariya rojnamegeran, ji bo ku bikaribin pîşeyê xwe bimeşînin, parastina navneteweyî û her wiha ji mirina rojnamegerên ku di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane, Îsraîl berpirsiyar bihesibîne bi giranî xebatên xwe didomîne.

Di raporê de hat destnîşankirin ku daxuyaniyên rayedarên Îsraîlî yên li ser kêmbûna delîlên ku nîşan didin rojnameger bi qestî hatine hedefgirtin, parçeyek ji derewên Îsraîlê ye û hat diyarkirin ku rastiyên li qadê van berevaniyan red dikin.

Di raporê de navên rojnamegerên ku di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane jî hatin dayîn.