Rêxistinên civaka sivîl piştgirî dan TTB’ê: TTB em in

135 rêxistinên saziyên sivîl ji bo endamên Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) ên bi biryara dadgehê ji peywirê hatin girtin, daxuyaniyeke piştgiriyê parve kirin. Di daxuyaniyê de ev peyama dan, “TTB em in, em li vir in.”

Navenda Nûçeyan – Li her aliyê Tirkiye û Kurdistanê 135 saziyên di qadên cuda de kar dikin ên wekî konfederasyon, komeleyên piştevaniyê, partiyên siyasî, sazî, sendîka, rêxistinên maf û baweriyê û platform bi daxuyaniyek hevpar piştgirî dan endamên TTB’a tevahiya endamên wê yên Konseya Navendî bi biryara dadgehê ji peywirê hatine girtin.

Di daxuyaniya hevpar a hatî weşandin de hat gotin ku dixwazin bi TTB’ê çavê rêxistinên hemû pîşeyan, ode, sendîka û rêxistinên civakî û demokratîk bitirsînin û ev tişt hat gotin: “TTB temînata mafê tenduristiya gel e û ji peywirê girtina wan bêyî tu bingehên hiqûqî ye û ev jî perçeyek pêvajoya welat bê Destûra Bingehîn hiştinê ye.” Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Yekitiya Bijîşkan a Tirk li dijî tunekirina xizmetên tenduristiyê yên qada cemaweriyê, tenduristiyê kirina piyase û mal, mafê tenduristiya gel diparêze. Ji bo her kesê xizmeta tenduristiyê ya bê pere, baş, nêz û di zimanê zikmakî de, diparêze. Li dijî şer aştî û mafê jiyanê diparêze. Ji bo mafên kedkarên tenduristiyê û parastina ji tundiyê têdikoşe. Di pêvajoya pandemiyê de ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, rastî bi gel re parve kir, bi awayekê zelal meşandina pêvajoyê parast.”

‘Ne tenê TTB rastî êrîşan hatiye’

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku tam jî ji ber vê yekê ev êrîşa dijhiqûqî li TTB’ê dikin û mafê jiyana tenduristî ya civakê hedef digirin û wiha hate gotin:

“Ji 100 hezar kesan zêdetir endamên Konseya Navendî ya TTB’ê hene û bi awayeke demokratîk tên hilbijartin. Bi peywirê girtina wan dixwazin çavên hemû rêxistinên pîşeyan, odeyan, sendîkayan, rêxistinên civakî yên demokratîk bitirsînin. Dixwazin li hemû yekîneyên rêvebirinê, li zanîngeh û herêmên xwecihî sepanên qeyûm ên desthilatê bi cih bikin. Ya ku rastî êrişê hatiye ne tenê TTB ye, li dijî mafê gel ê tenduristî, rêxistinbûn û di welat de bi awayeke aştiyane jiyanê, hatiye kirin. Em li dijî hewldana nehiqûqî ya li dijî TTB’ê hatiye kirin bilindkirina têkoşîna xwe ya hevpar radigihînin. TTB nayê bêdengkirin, TTB em in, em li vir in."