Derbarê Dîcle Muftuoglu de biryara berdevamiya rewşa girtî hat dayîn

Rojnamegera girtî Dîcle Muftuoglû di parastina xwe de wiha got: “Di nava sed salê de gelek tişt guherîn lê zexta li ser rojnamegerên Kurd qet neguherî.” Hêj parastin neqediyabû ku şandeya dadgehê biryara berdevamiya rewşa girtî da.

Navenda Nûçeyan- Danişîna yekem a Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin û bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Avakirina rêxistinê û birêvebirina wê” tê darizandin li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir. Rojnameger Muftuoglû li girtîgeha tê ragirtin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Serokê şandeyê bidestûr e û danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir.

‘Zextên li ser rojnamegerên Kurd nehat guherîn’

Piştre jî rojnameger Dîcle Muftuoglû parastina xwe kir û di serî de spasiya hempîşeyên xwe yên ji bo piştevaniyê hatin dadgehê kir. Dîcel Muftuoglû, diyar kir armanc darizandina rojnamegerî, çapemenî û azadiya xwedîfadekirinê ye û wiha got: “Di bingeha zextên li ser rojnamegerên kurd de, pirsgirêka kurd û rastiya kurd heye. Di nava sed salan de gelek tişt guherîn, lê zexta li ser rojnamegerên kurd neguherî. Heta Hrant Dink gelek rojnameger hatin qetilkirin. Ez wan jî bi bîr tînim.”

 Îdeaya şahid bersîvan

Dîcle Muftuoglû  diyarki rku ew û 62 rojnamegerên girtî ji ber nûçeyên zarok û jinên destdirêjî lê hatine kirin çêkirine tên darizandin û wiha domand: “Armanca îdianameyê, reşkirina pîşeya rojnamegeriyê ye. Şahidê eşkere îdiaya ‘ji hêla rêxistinê ve hatiye perwerdekirin’ dike. Ev îdia, li emniyetê hatine nivîsandin. Her wiha îdiayên ‘copy paste’ in. Şahid ji bo min dibêje ‘di sala 2012’an de li derveyî welat bû.’ Lê ev îdia rast nîne. Di dîroka behsa xeberê de min qezaya trafîkê derbas kiribû û ji malê qet derneketim.”

‘Nûçeya ku gotine rêxistiniye hiyarerşiye’

Dîcle Muftuoglû destnîşan kir ku cara ewil di sala 2017’an de derketiye derveyî welet û wiha pê de çû: “Wê demê jî min referandûma serxwebûnê ya Herêma Federe ya Kurdistanê dişopand. Nûçeyên min, di ajansa ez lê dixebitim de tên parvekirin. Çawa ku îro şerê Filistîn û îsraîlê tê şopandin, ez jî wê demê ji bo şopandina referandûmê çûm. Ji bo vê yekê îdiaya ji bo xebata rêxistinî rast nîne. Nayê qebûlkirin ku ji ber qeyda min a derketina derveyî welat îdiayeke wiha bê kirin. Her wiha di dosyayê de şahidê nepen heye. Ew jî xebatên min ên pîşeyî weke xebatên rêxistinî pênase dike. Têkildarî rojnamegeriyê tu zanebûnekî wî nîne û xebatên min weke xebatên rêxistinî nîşan daye. Di esasê xwe de di pîşeya rojnamegeriyê de hiyerarşiya pîşeyî heye. Divê ev yek weke tiştekî rêxistinî neyê fikirîn. Dema kesek ji beşa rojnamegeriyê mezûn dibe an jî ji kîjan beşê jî were, ji ewil weke stajyer dest bi xebatê dike. Piştre jî dibe nûçegihan. Li ser wan re jî şefên nûçeyan hene ku nûçeyên ji strajyer û nûçegihan tên sererast dikin. Bi ser wan re jî edîtor hene. Lewma ji vî alî ve tiştekî rêxistinî nîne. Mijar mijara hiyerarşiyê ye. Ango rewşa çêkirina nûçeyan heye.”

 ‘Pêşniyarên nûçeyan weke ferman hatiye nîşandan’

Dîcle Muftuoglû bi bîrxist ku pêşniyarên ku navenda nûçeyan ji nûçegihanan re dike, weke ferman hatiye destnîşankirin û wiha got: “Anku pêşniyarên kesekî/a hinek bêhtir xwedî tecrûbe ji bo kesên kêmtir xwedî tecrûbe dike, weke ferman hatiye pênasekirin. Nûçegihantî, karekî kêliyê ye. Ez dixwazim Komkujiya Roboskê weke mînak nîşan bidim. Balafirên şer li wir bombebaran kirin û 34 kes hatin qetilkirin. Wê demê DÎHA çû cihê bûyerê û bi tevahiya cîhanê re ragihand. Medyaya navendî ya ku li benda fermanê, 13 saet piştre ev nûçeye da. Gotin ku ‘heta ji jor telefon neyê em nikarin vê nûçeyê bidin.’ Û rojnamegertî nekirin. Li benda daxuyaniya hikûmetê sekinînin. Em rojnamegeriyê li gorî fermanan nakin.”

 Behsa xebatên komeyê kir

Dîcle Muftuoglû, got ku hevserokatiya wê ya komeleyê jî weke sûc hatiye nîşandan û xebatên komeleyê wiha rêz kir: “Em dozên rojnamegerên tên darizandin dişopînin. Ji bo rojnamegerên nû dest bi kar kirine atolyeyan li dar dixin. Gelek kesên navdar jî tev li dibin. Komeleya me li ser destûra Wezareta Karên Hundir hatiye avakirin û hemû xebatên me di rêziknameyê de cih digirin. Em van li lênûsa biryarê dinivîsin û ji bo erêkirinê ji wezaretê re dişînin. Li vir tu perwerdeyên rêxistinî nayên dayîn. Atolye li gorî pîşeyê tên lidarxistin. Nabe ku ev weke xebatên rêxistinê bên nîşandan.”

‘Bicihbûna min ya Otelê weke sûc hate nîşandan’

Dîcle Muftuoglû, diyar kir ku hevdîtinên wê yên bi hempîşeyên wê re jî weke sûc hatine nîşandan û got: “Hevdîtinên min tiştekî pir asayî ne. Bi Sedat Yilmaz re li heman ajansê dixebitim. Ma çi tişt ji axaftina bi wî re xwezayîtir e? Gelek caran ji bo nûçeyê li parêzerên Baroya Amedê geriyam e. Ev jî weke xebatên rêxistinî hatine nîşandan. Ez jî weke rojnameger ji bo şopandina dozan li edliyeyê xebitîm.”

Dîcle Muftuoglû  da zanîn ku mayîna wê ya li Otêlê jî weke sûc hatiye nîşandan û wiha got: “Ez û bavê xwe li hotêlekê mane û ev yek jî di îdianameyê de weke sûc hatiye nîşandan. Bavê min li Agiriyê endamê meclisa şaredariyê bû. Ez li hotêla bavê min lê dima mam. Ev yek weke civîna rêxistinî hatiye nîşandan. Hiş û aqilê min vê ranagire. Di sala 2016'an de li bajar bi navê ‘Komkujiya Dêrsimê’ konferansek hat lidarxistin. Weke rojnamegerekê min jî ev pêvajo şopand. Min bi beşdaran re hevpeyvîn kirin. Li wir bi birayê xwe re li heman hotêlê mam. Weke ku tev li civîna rêxistinî bibim hatiye nîşandan. Li wir tu xebateke rêxistinî tune ye. Ez ji ber xebatên pîşeyî li wir mam.”

Rojnamegerî ne sûce Dîcle Muftuoglû bal kişand ser rapora MASAK’ê ya di îdianameyê de û wiha got: “Em dibînin bê ka her roj çawa pereyê nefermî vediguherînin pereyê fermî. Em dibînin çawa pereyê lîstikvanên futbolê têxin berîkên xwe. Me dît ku ev tevek jinişka ve derketin holê. Lê dozger hatiye li pey çend hezar lîreyên di hesaba me de ketiye. Paşnavên xalên min Aslan e û pereyê wan di dema xwendekariyê de ji min re şandin, pereyê birayê min û hevpîşeyên min şandin weke sûc hatine nîşandan. Ez qala pereyên pir mezin nakim. Tenê ji bo dosyayê hinek mezin bidin nîşandan wiha kirine. Ev 15 sal in ez rojnamegeriyê dikim. Dema hûn navê min li înternetê dinivîsin dê bi dehan nûçe derkevin pêşiya we. Xebatkara MA’yê me û beriya wê jî li DÎHABER û DÎHA’yê xebitîm. Rojnamegerî sûc nîne. Lewma daxwaza tehliyeya xwe dikim.”  Parêzer Resûl Temûr: Mûçeyên wan jî wek delîlên sûc hatiye nîşandan Piştî parastina Dîcle Muftuoglû, dozgeriyê xwest rewşa girtî bidome. Danişîn, bi parastina parêzeran dom kir. Parêzer Resûl Resul Temûr, bal kişand ser transfera pereyan a di navbera Muftuoglû û birayê wê de û wiha axivî: “Ev jî weke xebata rêxistinê hatiye nîşandan. Heta mûçeyê ku miwekîlê min ji bo debara jiyana xwe bi kar anî jî weke delîl hatiye nîşandan. Perwerdeyên pîşeyî yên li DFG’ê bi awayeke eşkere tên dayîn, li ser îfadeyên şahidê nepen weke derqanûnî hatine nîşandan. Ez jî tev li van perwerdeyan dibim. Di gelek perwerdeyan de ez jî ji bo hiqûqa çapemeniyê û mafên rojnamegeran perwerdeyê didim. Ka em li vir têkildarî rojnamegeriyê çi nîqaş bikin, heman mijar tên nîqaşkirin.”  Hêj parastin bi dawî nebû biryara domandina rewşa girtî hat dayîn   Dîrektorê MLSA’yê

Danişîna dozê taloqî 18’ê çileya 2024’an hate kirin

Veysel Ok jî di danişînê de wiha got: “Hêj parastin nehatin kirin we daxwaza tehliyeyê red kir. Ev darizandin, li dijî usûlê ye. Îdianame, metnekî hiqûqî nîne. Polîsên ku haya wan ji qanûna çapemeniyê, destûra bingehîn, PMME’yê nîne, bi navê delîlan çendek nûçe, geşt û saziya lê xebitîne pêşkeş kirine. Dozgeriyê jî ev nûçeye di îdianameyê de bi kar aniye. Lê dozger perwerdeya hiqûqê dîtiye. Tevî ku haya wî ji van metnan heye jî ji bilî rojnamegeriyê her tiştek weke delîl pêşkeş kiriye. Feraseta Muftuoglû ya rojnamegeriyê tê darizandin. Dîcle ji ber ku nûçeyên rast dike lewma tê darizandin. Tu dadger û daraz nikarin rêbaza xebatê, şêweyê nivîsandina nûçeyê, cihê ku nûçe lê tê weşandin û hwd. bipirsin. Daxwaza beraet û tehliyeya dikim.” Danişîna taloqî 18’ê çileya 2024’an hate kirin Veysel Ok, bi gotina, "Muwekîl zêdetirî 7 meh in, bi îfadeyên nakok û yek jî nepenî bi du îfadeyên şahidan re girtî ye” daxwaza tehliye û beraetê kir. Parêzer Emîne Ozarslan jî wiha got: “Ji ber ku we biryara xwe da, ez tehliyeyê naxwazim.”  Şandeya dadgehê, biryar da ku şahidê nepen û şahidê vekirî Kerem Gokalp were guhdarîkirin û ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê were pirsîn ka der barê rojnameger Dîcle Muftuoglû de lêpirsînek cuda hene an ne. Danişîna dozê taloqî 18’ê çileya 2024’an hate kirin.