Îsraîlê êrîşên li ser Xezayê bênavber didomîne

Ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê didomin, sekreterê giştî yê NY’yê Antonio Guterres di nameya ku ji Konseya NY’yê re şand de, teqez kir ku li Xezayê cihekî bi ewle ji bo parastina sivîlan tune ye.

Navenda Nûçeyan - Êrîşên Îsraîlê li ser sîvîl û awahiyan li Xezayê berdevam dike. Li gorî rêveberiya hikumeta Xezayê ji 7’ê Cotmehê ve di êrîşên li ser Zîvala Xezayê de 7 hezar û 112 ji wan zarok, 4 hezar û 885 jin bi giştî 16 hezar û 248 Filistîniyan  jiyana xwe ji dest dane.

Heyva Sor a Filistînê: Li aliyê bakur nexweşxane bê xizmet man

Li gor nûçeya Ajansa Fermî ya Filistînê WAFA û daxuyaniya Heyva Sor a Filistînê ambûlansên ku girêdayî wan in ji ber tunebûna sotemeniyê û nexweşxaneyên li aliyê bakurê Zîvala Xezayê bê xizmet mane. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di vê rewşê de rakirina miriyan û karên din ne pêkan e werin kirin û hat diyarkirin ku li navenda tenduristiyê ya ji aliyê ekîbên girêdayî Heyva Sor ve li Cibaliyê hatiye avakirin, birînên sivik û navîn tên dermankirin û ev der rojane xizmeta 250 birîndaran dike.

Di daxuyaniya Heyva Sor a Filistînê de hat destnîşankirin ku 80 tirên alîkariya mirovî ji deriye sînorê Refahê derbasî Xezayê bûye.

Wezareta Tendirustiyê ya li Xezayê: Birîndar ji ber windakirina xwînê dimirin

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê Eşref el-Kudra yê li Xezayê di daxuyaniya ku der barê nexweşxaneya El-Ehli Baptist da de wiha got: “Li nexweşxaneya  El-Ehli Baptist ji ber bûyerên pir zêde xizmeta tendirustiyê kapasîteya xwe winda kir. Birîndar ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest didin.” Di daxuyaniya ku banga 'piştgirî û alîkariyê' ji saziyên navneteweyî hat kirin de wiha hat gotin: "Ji bo girtina birîndaran heta ji destê me tê em hewl didin Nexweşxaneya Şîfayê aktîf bihêlin lê em bi zehmetiyên mezin re rû bi rû ne."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îsraîl ji bo xizmeta tendirustiyê ya li bakurê Zîvala Xezayê lawaz bike bi zanebûn navendên tendirustiyê dike hedef, sûcên komkujiyê dike û 800 kesên li bakurê Zîvala Xezayê ji xizmeta tendirustiyê bêpar tên hiştin.

'Ger ava deryayê vikeve nava tunelan dê bibe sedema wêraniyê'

Rêveberiya Avê ya Filistînê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da hişyarî da ku heke Îsraîl ava behrê bikişîne tunelên ku Hemasê li Zîvala Xezayê çêkirine dê felaketeke jîngehê çêbibe û hat destnîşankirin ku kişandina ava behrê ya nava tunelan bi taybetî ji bo ava bin erdê wê bibe xeteriyeke mezin û ji nû ve safîkirina wê ne pêkan e.

‘Avahiyên ku mane û binesazî dê hilweşin’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ger Îsraîl tişteke bi vî rengî bike wê bandoreke xirab li ser xezîneya ava binerd a peravê ya li Zîvala Xezayê bike û ev tişt hatin gotin: "Dê di ava bin erdê de rêjeya şorbûnê zêde bibe. Her wiha li tebeqeya axê sistbûn, li gelek cihên ser erd ên heremê hilweşîn çêdibe. Ew dibe sedem ku avahiyên mayî û binesaziya wê hilweşe. Ji ber ku wê rêjeya şorbûna axê zêde bike, çandinî ne mimkûn bibe. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku embara ava binerd a peravê ku tevahiya Zîvala Xezayê digire nava xwe, yek ji çavkaniyên avê yên sereke yên bajêr e û welatî hemû pêdiviyên xwe yên avê ji vir pêk tînin

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji BMGK’ê re cara yekem name şand

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di dema wezîfeya xwe de cara ewil rayeya xwe ya di çarçoveya Peymana Neteweyên Yekbûyî de bi kar anî û ji bo pêşîgirtina li karesata mirovî ya li Xezayê ji Konseya Ewlekariyê re nameyek şand. Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephaen Dujarric di civîna çapemeniyê ya rojane de nameya mijara gotinê parve kir.

Antonio Guterres di nameyê de amaje bi xala 99’an a Peymana Neteweyên Yekbûyî kir û diyar kir ku dijminatiya Îsraîl û Hemasê ya ku zêdeyî 8 hefte ne berdewam dike, bûye sedema êş û azarên mirovî. Antonio Guterres destnîşan kir ku sivîlên li Xezayê ji ber operasyonên leşkerî yên Îsraîlê di bin metirsiyeke mezin de ne, ji bo parastina sivîlan cihekî ewle tune ye û pergala tenduristiyê jî têk çûye.

‘Cihekî bi ewle yê ku şêniyên Xezayê lê bijîn tune ye'

Antonîo Gûterres bal kişand ku rewşa niha ya li Xezayê ne mimkûn e ku operasyonên mirovî yên girîng bên kirin û got ku Xeza ji aliyê hêzên berevaniyê yên Îsraîlê ve her dem di bin bombebanê de ye. Antonîo Gûterres destnîşan kir ku gelê Xezayê ciheke bi ewle ji bo mirov lê bijîn tune ye, nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih bînin, alîkariya mirovî ya bi sînor a ji bo herêmê ne mimkune û ji ber vê yekê texmîn dike ku di demeke nêz de nîzama giştî hilweşe û got: "Dibe ku rewş bi zêdebûna şewbê û koçberiya girseyî ber bi welatên cîran re xirabtir bibe.”

‘Agirbest pêwîst e’

Antonio Guterres, îşaret bi wê yekê kir ku divê civaka navneteweyî ji bo pêşîlêgirtina dijwariya şer û ji bo bidawîkirina qeyranê di bikaranîna bandaro xwe de berpirs e û wiha got: “Ez bang li endamên Konseya Ewlehiyê dikim ku ji bo pêşîlêgirtina vê felaketa mirovî zextê bikin û ez daxwaza xwe ya îlankirina agirbesta mirovî dubare dikim. Antonio Guterres diyar kir ku divê kesên sivîl werin rizgarkirin û destnîşan kir ku bi agirbestê li Xezayê mirov dikarin werin rizgarkirinn.

‘Em di wê hêviyê de ne ku endamên Konseya Ewelkariyê bikevin tevgerê’

Berdevk Dujrric di civîna çapemeniyê de diyar kir ku nameya Antonio Guterres di nava şertê NY’yê de di aliyê erkdanê de pênagevek gelek girîng e û got: “Em fam dikin ku di cîhana ji derve de hişmendî hinek cuda ye lê belê ev yek li ser navê Sekreterê Giştî pêngavek gelek bi hêz e. Endamên Konseya Ewlehiyê û di civaka navneteweyî de em di wê hêviyê de ne ji bo pêkanîna agirbesta mirovî bikevin tevgerê.”

Ji serdozgeriya UCM hişyarî

Serdozgeriyê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (UCM) Karim Han, di daxuyaniya li ser medyaya dijîtal de pêşniyar kir ku nameya Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ji bo agirbestê ku ji 99 bendan pêk tê û ji Konseya Ewlehiya NY re şandiye bi bîr xist û da zanîn ku divê demildest destûr ji bo gihandina alikariya mirovî re were dayîn û got: “Malzemeyên alîkariyê yên ji bo sivîlan bi qest asteng kirin, li gorî UCM’ê rêziknameya Roma, sûcê şer were rêxistinkirin bi îfadeyên herî aşkere ez dikarim dubare bikin.”

Ji BAE’yê ji bo agirbestê banga demildest a biryargirtinê hat kirin

Yekitiya Mîrektiyên Ereban (BAE) di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya dîjîtale da de, destnîşan kir ku BAE ji ber sedemên mirovî li Xezayê ji bo agirbestê banga demildest biryargirtinê kir. Hat îfadekirin ku pêşnûmebiryarek pêşkêşî BMGK kirine û got: “Rewşa li Zîvila Xezayê felaket e û ber bi qonaxeke ku vegera wê ne pêkan e ve diçe. Em ê li bendê nemînin.” Her wiha bi bîr xist ku BMGK di mijara agirbestê de divê bi awayekî bi biryar tevbigere.