Semîre Nêrgiz: Divê jin di hilbijartinên herêmî de ji dil û can bixebitin

Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nêrgiz ku qeyûm li şûna wê hat tayînkirin, bi gotina "Ez jî heme" bang li jinan kir ku beşdarî xebatên hilbijartinên herêmî bibin û wiha got: "Em dikarin vê pergala mêrsalar rawestînin."

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) xebatên xwe yên têkildarî hilbijartinên Xwecihî yên ku tê payîn di 31'ê Adara 2024'an de li bajarên Tirkiye û Kurdistanê pêk werin, didomîne. HEDEP’ê ku xebatên xwe yên hilbijartinê bi feraseta rêveberiyên herêmî yên beşdar, ekolojîk, azadiya zayend didomîne, wê bi modeleke nû ya pêşhilbijartina namzedên xwe diyar bike. Tevlibûna xurt a jinan a ji bo namzediya namzedan a ku HEDEP dê di 10'ê Kanûnê de bi dawî bibe, balê dikşîne.

Hedefa ewil a qeyûman destkeftiyên jinan bû

Hedefa ewil a qeyûmên ku di salên 2016 û 2017’an de ji bo şaredariyên HEDEP’ê yên parêzgehên Kurdistanê hatin tayînkirin, destkeftyên jinan bû. Navendên jinan, malên stargeh, qadên jiyanê yên jinan, parkên jinan û kooperatîf hatin girtin. Hemû destkeftiyên bi têkoşîn û dayîna berdêlan hatin bidestxistin, yek bi yek hatin xespkirin. Di van pêvajoyên ku pergala hevserokatiyê hat hedefgirtin de, hevşaredarên jin ji kar hatin dûrxistin û hatin girtin. Karkerên jin jî di nav de bi hezaran karker jî ji kar hatin avêtin.

'Hevserokatî li dijî pergalê modela herî wekhevîxwaz e'

Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nêrgiz ku qeyûm li şûna wê hat tayînkirin, der barê pêvajoya hilbijartinên xwecihî yên dest bi xebatan kirine de ji ajansa me re axivî. Semîre Nêrgiz bal kişand ser girîngiya modela hevserokatiyê û da zanîn ku ev model hemû civakê hembêz dike. Semîre Nêrgiz, wiha got: “Wekî tê zanîn pergala mêrsalar xwe her dem bi awayekî zayendperest û monîst li ser civakê ferz dike. Ji ber vê yekê ji bo têkbirina vê pergala ku bi salan e hatiye sazûmankirin, pêwîstî bi têkoşîneke rêxistinkirî heye. Hevserokatî li dijî pergala heyî wek modela herî wekhevîxwaz û berfireh li pêşa me disekine. Hevjiyana azad û temsîliyeta wekhev bi xwe re wek model pergala hevserokatiyê anî.”

'Xebatên krîmînalîzekirina hevserokatiyê civakê jî qebûl nekir'

Semîre Nêrgiz, diyar kir pergala hevserokatiyê ya ku bi tayînkirina qeyûman hat hedefgirtin, tê xwestin li salonên dadgehê were krîmînalîzekirin û bal kişand ku ev meyl ji Leyla Zana û vir ve didome. Semîre Nêrgiz, diyar kir ku hikûmet pergala hevserokatiyê ya wekhevîxwaz û adil e, li dijî pergala xwe ya monîst wek xeteriyek dibîne û destnîşan kir ku li dijî vê yekê hemû pêkanînên propagandaya reş tên meşandin. Semîre Nêrgiz, wiha got:

“Ev 2 serdem in, em hewl didin bi pergala hevserokatiyê pratîka xwe ya şaredariya civakî bimeşînin. Mixabin, di her 2 serdeman de jî  bi tayînkirina qeyûman hem ji modela me û hem jî ji têgihîştina me ya şaredariyê re meylên pir cidî hene. Di esasê xwe de tiştên ku me dixwest bi modela hevserokatiyê pêk bînin, hedef hatin girtin. Pergala mêrsalar a heyî, fêm kir ku ev modela wekhevîxwaz wê wî perçe bike. Li dijî vê modelê propagandayên cidî hatin kirin. Hevserokatî ji dosyayên dadgehê û lêpirsînan  wek hincet hat nîşandan û ceza hatin birîn. Ev model di eslê xwe de modelek e ku jinan di qada giştî de bi pêş dixe û hedef dike ku jinan di wateya civakî de bîne cihê ku heq dikin. Hikûmetê bi taybetî piştî qeyûman bi propagandayên reş hewl da berovajî vê yekê nîşan bide. Helbet me xebatên krîmînalîzekirinê qebûl nekir, civakê jî vê yekê qebûl nekir. Hemû kes di ferqa pergala wan a mêrsalar de ne û ev yek jî îro bi awayekî zelal tê dîtin.”

'Ev têkoşîna ku bi salan e didome dê bi qeyûm bi dawî nabe'

Semîre Nêrgiz, destnîşan kir ku qeyûm ewilî jinan hedef girtine û hewl dane modela nûnertiya wekhev ji holê rakin û da zanîn ku feraseta monîst mîna hemû serdemên dîrokê, di vê serdemê de jî ji hêza rêxistinbûyî ya jinan ditirse. Semîre Nêrgiz bi gotinên; “Me di vê pêvajoyê de ji bo guhertin û veguhertina jinan li herêman xebatên xurt meşandin" zanîn ku ne tenê di şaredariyê de, di hemû qadên jiyanê de van xebatên xwe kirine. Semîre Nêrgiz, wiha axivî:

“Em ji bo ku ne tenê di serokatiyê de hem di meclisê de temsîliyeta wekhev û hem jî di hemû qadên civakê de vê modelê bidin rûniştandin, ketin nava hewldanek mezin. Hevserokatî, pergaleke ku hewl dide ji xalekî ku herî adil, herî wekhev û jinan dibîne, jiyana nû ava bike. Ji hêza rêxistinkirî ya jinan ditirsin. Ev êrîşên ku em behs dikin jî ji ber vê yekê ne. Ev têkoşîn bi salan e berdewam dike û têkoşîneke ku bi qeyûmek re bi dawî nabe ye. Loma jî ji vê rêxistinbûnê ditirsin. Ev pergala ku ji bilî xwe tiştekî din qebûl nake, jinan û pergala hevserokatiyê wek xeter dibîne. Em tu carî dev ji vê mafê xwe bernadin."

'Polîtîkayên şerê taybet bi xebatên jinan dikarin werin astengkirin'

Semîre Nêrgiz, bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê û li dijî jinan tên meşandin û destnîşan kir ku bi xebateke zêde dikarin van polîtîkayan bisekinînin. Semîre Nêrgiz, diyar kir ku di vê xalê de qada xebatê ya gelekî girîng a rêveberiyên herêmî heye û da zanîn ku ev polîtîkayên jinan hedef digirin bi xebatên jinan dikarin werin rawestandin. Semîre Nêrgiz, ev nirxand kir:

“Em polîtîkayên şerê taybet ên di pêvajoyên dawî de li herêmê tên meşandin dibînin. Pergalê xwest van polîtîkayan herî zêde li ser jinan bimeşîne. Dema ku em li van polîtîkayan dinêrin, serdema sala 2016’an ango serdema qeyûm hatin tayînkirin û saziyên me yên jinan hatin girtin, dibînin. Ev yek nîşanî me dide ku li herêmê ked û xurtbûna jinan a li qadê çiqasî girîng e. Her xebata ku tê kirin pir hêja û bi bandor e. Di vê xalê de ji bo em xitabî her qadê bikin û xebatê dimeşînin, rêveberiya xwecihî pir girîng e. Em ê di hilbijartinên pêşwext de ji van polîtîkayên şer re jî bibêjin raweste. Em dikarin bi hebûna jinan li her qadê û xebatên jinan vê pergala mêrsaral bidin sekinandin. Bila jin li dijî van polîtîkayên şer û monîst bi gotina 'ez jî heme’ hem xwedî li şaredariyan û hem jî îradeya xwe derbikevin.”

Ji bo jinan banga namzediyê

Semîre Nêrgiz, bang li jinan kir ku wek namzed jî beşdarî xebatên hilbijartinê bibin û diyar kir ku divê polîtîkaya jinan a tevgera siyasî ya Kurd bi belavbûna li her qadê bê piştgirîkirin. Semîre Nêrgiz, axaftina xwe wiha domand:

“Pêvajoya ku bi sê endamên meclisê dest pê kir, gihîşt bi milyonan. Di vê pêvajoyê de kedeke pir mezin a tevgera jinên Kurd heye. Divê em hemû xwedî li vê têkoşînê derbikevin. Dema em di aliyê partiyên din de dinêrin, em dibînin ku jin  herî zêde di nava partiya me de xwe bi rêxistin dikin û bi temsîliyeta wekhev dimeşînin. Em bang li hemû jinan dikin ku ji bo parastina van destkeftiyên ku kesên beriya me jî afirandine, di vê pêvajoyê de bibin namzed. Ji bo bibin talibên rêveberiyên herêmî yên demokratîk û li herêmê pêkanîna guhertin û veguhertinan, ez bang li hemû jinan dikim ku xwedî li rêveberiyên herêmî û saziyên jinan derbikevin.”