Tulay Hatîmogullari: Ala Denîz Poyraz wê bilindtir bibe

Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogullari serdana gora Denîz Poyraz û Cemal Tanhan kir û got: “Ala ku Denîz Poyraz ji bo me hildaye wê bilindtir bibe. Gelê Kurd ne li hemberî mirinê ne jî li girtinê serî natewîne.”

Navenda Nûçeyan- Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogullari di çarçoveya hevdîtinên xwe de serdana Îzmîrê kir. Tulay Hatîmogullari serdana gora Denîz Poyraz ku di 17’ê Hezîrana 2021’ê de li Îzmîrê hat qetilkirin û gora Cemal Tanhan ku piştî bi nexweşiya penceşêrê ket hatibû berdan û çend roj berê jiyana xwe ji dest dabû kir.

Li gel Tulay Hatimogullari, parlamenter Burcu Gul Çubuk, Îbrahîm Akin, George Aslan û Oznur Bartin, endamên malbata Poyraz û endamên partiyê jî amade bûn.

Destpêkê serdana gora Denîz Poyraz a li Kaynaklara Bucayê hat kirin. Tulay Hatîmogullari li ser gora Denîz Poyraz axivî û got ku qetilkirina Denîz Poyraz dilê kesê demokrat û mafên mirovan diparêzin êşandiye. Hêzên paramîlîter tetikkêşê cesareta êrîşkirina ser HDP’ê ji feraseta îqtîdarê digrin û wiha got:

“Ên ew qetil kirin dibêjin qey dê di têkoşîna demokrasiyê de serî bidin tewandin. Lê tevahiya Tirkiyeyê xwedî li Denîz Poyraz derket. Kujer ji hêla polîsan ve hat parastin, tiştên di dema pêvajoya darizandinê de li eywanên edliyeyê qewimîn, ên li pişt kujer li Sûriyeyê şer derxistin, nîşan da ku li pişt bûyerê zihniyeta desthilatdariyê heye ku hewl dide projeya têkbirinê li dijî kurdan bixe meriyetê. Ya ku divê li gel kujer were darizandin, ev zîhniyete ye. Me ne li ber mirinan ne jî li ber girtinan serî netewandiye. Gelê Kurd bedelên giran da. Plana têkbirinê bi xwe têk çû. Lê belê têkoşîna gelê Kurd didome. Bila ji bo Denîz Poyraz soza me be ku alaya wê ji me re hiştî em ê hêj bilindtir bikin. Heta ku pirsgirêka Kurd bi riyên aştiyane neyê çareserkirin dê têkoşîna me bidome û em ê teqez bi ser bikevin.”

Fahîme Poyraz: Denîzek çû bi hezaran Denîz hatin

Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz jî wiha got: “Îro Denîzek çû, bi hezaran Denîz hatin. Cihê şehîd û kesên bedeldayî pir mezin e.”

‘Ev gor sembola êşê ye’

Tulay Hatîmogullari û şandeya pê re piştre jî çûn serdana gora Cemal Tanhan. Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku Cemal Tanhan ê girtiyê siyasî ji ber polîtîkaya desthilatdariyê jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Cemal Tanhan ji ber polîtîkayên li dijî girtiyên nexweş tên meşandin jiyana xwe ji dest daye. Xwest bigihîje kurê xwe yê ku ji hêla hêzên faşîst û nijadperest ve hatibû qetilkirin. Niha her du di heman gorê de ne. Ev gor bû sembola êşên gelê Kurd û sosyalîstên li vî welatî dijîn. Faşîzm ev e.”

‘Li girtîgehan çalakiya gireva birçîbûnê didome’

Tulay Hatîmogullari bi bîr xist ku divê hemû girtiyên nexweş bên berdan û wiha got: “Her wiha greva birçîbûnê ya li girtîgehan ku ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan hatiye destpêkirin didome. Jixwe girtîgeh veguherandine îşkencexaneyan. Em ji îqtîdarê re dibêjin, di nava zilma xwe de bixeniqin. Ji bo ji girtîgehan darbest dernekevin, tecrîdê rakin. Heta ku aştî bê vî welatî dê têkoşîna me bidome.”

Ayşe Tanhan: Bila dawî li vê zilmê bînin

Keça Cemal Tanhan, Ayşe Tanhan jî wiha got: “Mîna bavê min gelek girtiyên nexweş hene. Bi taybetî jî girtiyên nexweş terkî mirinê dikin. Bijîşk dema dibêjin ‘dê ev bimre’ wê demê tên berdan. Vê zilmê bi dawî bikin. Zilma dewletê her dem li ser me didome. Di sala 2022’yan de li ser kezeba bavê min girêkek hat tesbîtkirin lê tedawî nekirin. Naxwazim girtiyên din jî bikevin rewşa bavê min.”

Piştî serdana goran, şande çû cihê konê şînê yê ji bo Cemal Tanhan hatiye vedan bûn. Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogullari piştre jî serdana xwe ya gel û esnafên navçeyên Menemen û Bayrakliyê berdewam kir.