Nobeta Edaletê ya li Amedê berdewam dike jinan dewr girt

Nobeta Edaletê ya ku TUAY-DER'ê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” da destpêkirin, jinan dewr girt. Jinan peyam dan ku heta bidawîkirina tecrîdê dê têkoşîna xwe bidomînin.

Navenda Nûçeyan- Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku di 27’ê Mijdarê de bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” li girtîgehan hatibû destpêkirin, bi koma 2’yemîn ket roja 11’an. Her wiha çalakiya ku Şaxa Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) ya Amedê di 4’ê Mijdarê de bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” da destpêkirin jî di roja xwe ya 4’emîn de berdewam dike.

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ya navçeya Rezanê daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Parlamenterên HEDEP'ê Ceylan Akça Cupallo, Adalet Kaya, Hevseroka HEDEP'ê ya Amedê Pinar Sakık Tekîn, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Sultan Yaray, Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

‘Jin nobetê dewr digrin’

Parlamenter Ceylan Akça di daxuyaniyê de axivî,  diyar kir ku jinan ji bo berdewamkirina xeta azadiya jinan û bilindkirina daxwaza jiyana adil û layiqî rûmeta mirovahiyê, edalet û wekheviyê her dem pêşengiya daxwazên gelê Kurd kirine. Ceylan Akça, wiha got: “Ev dayikên ku hûn îro li Nobeda Edaletê dibînin, dayikên ku zarokên wan di girtîgehan de ne, ên jiyana xwe ji dest dane ne. Jin careke din vê nobetê dewr digrin.”

‘Em ê heta bidawîkirina tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin’

Ceylan Akça, bal kişand ku tecrîd ne tenê xirabiyek ku Îmraliyê û giravek ku li vir di nîvê Behra Marmarayê de dorpêç dike ye û wiha got: “33 meh in ji birêz Abdullah Ocalan agahî nayê girtin. Îro jinan 'Nobeta Edaletê' dewr girt. Îro tecrîd ne tenê li Îmraliyê pêk tê. 33 meh in bêhiqûqiyek heye. Li vî welatî li gorî kesan hiqûq heye. Heke beriya 10 û 15 salan li dijî bêhiqûqiyê deng bihata derxistin îro kesek rastî bêhiqûqiyê nedihat.” Ceylan Akça, diyar kir ku divê beşên muxalif, sazî û dezgehên demokratîk li dijî tecrîdê dengê xwe derbixin û wiha got:

“Dikarin li dijî şerê li hemberî gelê Kurd derkevin. Riya 3'yemîn heye û ev riya mezinkirina berxwedanê ye. Îro li vir jin careke din daxwazên girtiyên ku ketine greva birçîbûnê tînin ziman. Dawî li tecrîdê bînin û astengiyên li pêş aştiyê rakin. Em jin çi bikeve ser milên me em ê pêk bînin. Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Em ê heta bidawîkirina tecrîdê têkoşîna xwe bidomînin."