Karkerên jin ên Yemenê bi cihêkariyê re rûbirû ne

Karkera jin a paqijiyê Reem Seîd li Yemenê bi mûçeyê kêm di bin şert û mercên dijwar de di malbateke ku ji 7 kesan pêk tê de tenê dixebite Reem Seîd diyar kir ku di dema karê xwe de rastî her cure çewisandin, tundiya devkî û fizîkî hatiye.

RANIA ABDULLAH

Yemen – Jinên ku li Yemenê di sektora paqijiyê, cihên giştî û malan de wekî xebatkarên paqijiyê dixebitin, rastî her cure cudakarî û şîdetê tên. Jinên karkerên paqijiyê ku bi mûçeyên kêm û di nava şert û mercên nebaş de dixebitin, ji ber rengê çermê xwe tên dûrxistin, rastî heqaret û biçûkxistinê tên. Jinên karkerên paqijiyê yên layiqê derfetên jiyana baş nayên dîtin, nikarin ji mafên xwe yên qanûnî sûdê bigrin.

'Ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar in'

Aktîvîst Xedîr El-Adanî têkildarî pirsgirêkên karkerên paqijiyê nirxandin kir. Xedîr El-Adanî bal kişand ku jinên di sektora paqijiyê de dixebitin ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar in û wiha got: "Piraniya jinên ku di sektora paqijiyê de dixebitin, ji ber ku jin in û ji çînên cuda ne, rastî cudakariyê tên. Dema ku li kolanan dixebitin rastî tundiya devkî û fizîkî tên. Piraniya kesên ku di karên paqijiyê de dixebitin ev in. Nexwenda ne. Bi taybetî jin ji xwendinê bêpar in. Ji ber xizanî û zordariyê zarokên xwe naşînin dibistanê. Ji ber vê yekê rêjeya kesên nexwenda gelekî zêde ye."

'Divê ne rojane mehane meaşê xwe bistînin'

Serokê Komeleya Kîfaya Misk El-Mekramî jî diyar kir ku jinên di qada paqijiyê de dixebitin rastî zextên civakî tên. Misk El-Mekramî diyar kir ku jin nikarin betlaneya ducaniyê jî bigrin û wiha got: “Jinên ku di sektora paqijiyê de dixebitin ji betlaneyê bêpar in û mafê betlaneyê nadin wan. Ev yek binpêkirineke mezin li dijî jinan. Wekî din, wek sektorên din mûçeyek mehane nagirin. Piraniya wan mûçeyên rojane digirin û sîgortaya wan a ewlehiyê nîn e.e

'Ji ber neçar bûm bixebitim, min xwendina xwe ya dibistanê temam nekir'

Reem Seîd ji destpêka şerê sala 2015'an vir ve 9 sal in li kolana El-Debwaa ya bajarê Taîzê li başûrê rojavayê Yemenê xebatkara paqijiyê ye. Reem Seîd diyar kir ku ji serê sibê heta danê nîvroyê kolanan paqij dike û diyar kir ku dahata wê ya mehane 50 dolar e. Reem Seîd ku ji bo debara xwe bike neçar maye bixebite, diyar kir ku ji ber vê sedemê nikare perwerdeya xwe ya dibistanê temam bike. Reem Seîd got: "Ez û gelek hevalên xwe ji ber vê yekê zehmetiyan dikşînin."

Debara 7 kesan dike

Reem Seîd destnîşan kir ku ew di malbatê de yekane kesa kedkar e û wiha got: “Ez di malbateke 7 kesî de dijîm, di nav wan de dê û bavê min jî hene. Ji ber ku berpirsiyariya aborî ya malbatê li ser min e, ez neçar im bêyî şert û merc bixebitim. Mûçeya mehane ya ku ez digrim jî têra pêdiviyên me yên herî bingehîn nake. Divê ez ji bo wê jî bixebitim. Dema ku ez karê xwe dikim rastî her cure zordestî, tundiya devkî û fîzîkî têm. Li kuçeyê ji aliyê rêwiyan, esnaf û dikandaran ve rastî heqaretê têm. Ez ji aliyê xwediyê dikanan ve tu nirx nabînim, ji ber karê ku dikim min piçûk dibînin loma ez xwe ji civakê dûrxistî hîs dikim."