‘Zelal Zagros qehremanek mezin û efsanewî bû’

Endama Koordînasyona Kongra Star, Remziye Mihemed Feryal Silêman Xalid ku li Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin bi bîr anî û wiha got: “Armancgirtina pêşengên me nîşan dide ku dixwazin qirkirina siyasî li hemberî me bimeşînin.”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- Bi tevgera azadiya Kurd re jin dikaribûn îrade, rastî û hebûna tevahî jinan biparêze û rola ku jê hatiye dizîn careke din bigre. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jin dikaribûn vegerin cewherê xwe lê desthilatdar ji hêza jinan a ku dikare civakê li derdora xwe kom bike tirsiya û di her gavê de êrîşî pêşengên jinan kir. Ji wan Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan, Leyla Şaylemez, Nagîhan Akarsel û herî dawî jî Feryal Silêman Xalid ku pêşenga jinan bû. Siyasetmedara Jin Feryal Silêman Xalid (Zelal Zagros) di 18’ê Çileyê de li bajarê Kerkûk ê Başurê Kurdistanê hat qetilkirin. Feryal Silêman Xalid ji bo ku jin bikaribin azad bijîn gelek kar û xebatên dîrokî meşandiye ku li pê xwe 31 sal hiştiye. Feryal Silêman Xalid bê ferq û cudahî hemû pêkhateyên jin dikarin perwerde bike û bêhna azadiyê li tevahî jinan belav bike.

Têkildarî qetilkirina siyasetmedara Jin Feryal Silêman Xalid (Zelal Zagros), endama Koordînasyona Kongra Star, Remziye Mihemed nêrîna xwe anî ziman.

‘Zelal Zagros bi dilnizmî û têkoşîna xwe dihat nasîn’

Remziye Mihemed di serî de Feryal Silêman Xalid bi bîr anî û armanca qetilkirina wê wiha anî ziman: “Zelal Zagros a kedkar û xebatkarek bi dilnizmî, têkoşînek 31 salan ji bo pêkhateyên herêmê û bi taybetî ji bo jin meşand. Kesayetek bi dilnizmî, fedekar û berxwedaniya xwe dihat naskirin. Têkoşînek pir mezin ji bo doza kurd û doza azadiya jin daye. Kesayetên bivê rengî di nava civakê de pir kêmin. Zelal Zagros ji bo tevgera azadiya jin qehremanek pir mezin û efsane bû. Kesayetek mîna Zelal Zagros, bi siyasetek pir zirav, ji aliyê dijminê gelê Kurd ve hat qetilkirin. Li hemberî têkoşîna Zelal Zagros ev êrîş hat meşandin ku Zelal Zagros li hemû herêman kar û xebat meşandiye ku dijmin xwest bersiv bide ku wê têkoşîn û pêşengiyê bide sekinandin.”

Şoreşa jin rastî êrîşên mezin tê’

Remziye Mihemed armancgirtina pêşengên jin wiha anî ziman: “Armanca dewleta tirk bi taybetî di van salên dawî de li dijî pêşengên jin mîna Hevrîn Xelef, Yadê Eqîda, Zeyneb Saroxan, Zehra Berkel, Hind û Seida û herî dawî Zelal Zagros, hemû li dijî jinan e ku îradeya wan bişkîne. Pêşengiya jinan ji şoreşê re, rastî êrîşên mezin tê. Bi van êrîşan dixwazin hem rêxistinbûn, hem jî pêşengiya jinan bişkînin. Ev êrîşên ku bi destên Mîta tirk di herêmên Kurdan de pêk tên, planên wan ên mezin eşkere dike. Me nêzî 10 salan şoreş pêk aniye û di vê şoreşê de îradeya gel derketiye holê û jinan pêşengiyê ji şoreşê re kirine lewma siyasetên pir zirav li hemberî me tê meşandin. Armancgirtina pêşengên me nîşan dide ku dixwazin qirkirina siyasî li hemberî me pêk bînin.”

‘Komplo bi her awayî berdewam dike’

Remziye Mihemed destnîşan kir ku êrîşên li dijî gelê Kurd û bi taybetî li dijî jinan pêk tên, berdewamiya komploya navneteweyî ye û wiha domand: “Em rastî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi dîlgirtina Rêber Apo ve diçin. Heta niha jî komplo bi şêweyên cuda li hemberî herêmên me tên honandin. 15’ê Sibatê tu carî nehatiye sekinandin. Niha tecrîdek giran li dijî Rêberê mirovahî Rêber Apo tê meşandin. Di heman demê de êrîşek li dijî gelê me di aliyê aborî, jiyanî, siyasî û şerên teknîkî li dijî me tê meşandin ku girêdayî komployê ye. Armanc jê ew e ku dixwazin civakê tune bikin û xirabiyan bi pêş bixin. Dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze siyaseta xwe ya Osmaniyan vegerîne. Planên desthilatdariyê dewlet dimeşîne, berjewendiyên wan hene. Planên dewleta tirk li hemberî bajarên Kurdan bi her awayî diyar e ku bi zanebûn Kerkûk hat hilbijartin ku dixwaze heta Mûsilê jî bi dest bixe û dixwaze li van herêman dîroka Osmaniyan vegerîne. Lewma divê gelê me li hemberî van planan hişyar be. Em çiqas çavên xwe bigrin û îradeya me zeyîf bibe dê êrîş zêdetir bibe. Qetilkirina Zelal Zagros armanca wê pir mezin e, ew tenê kesayetê bi dest negirt. Wê êrîş zêde bin lê wê hêza me bibe bersiva êrîşan.”

‘Em ê doza pêşengên xwe bişopînin’

Remziye Mihemed bal kişand ser pêşengên jin mîna Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, Nagîhan Akarsel û Evîn Goyî û wiha domand: “Têkoşerê herî mezin ê Kurdan Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jî li Parîsê hatin armancgirtin. Hêza jinan ku di destpêka avabûna rêxistina jinan heta Sakîne Cansiz hat meşandin. Evîn Goyî ku bi îradeya xwe ya xurt û hêza wê ya mezin di nava civakê de kar meşandiye, em hêza xwe jê digrin. Bi kesayetên mîna Nagîhan Akarsel ku ji bo zanista jinan careke din vegere, bi salan lêkolîn dikir. Bi siyasetên mezin nêzî van pêşengan bûn ku bûn armanca êrîşan. Ev kesayet ji bo her jinê hêzeke mezin bû ku riya têkoşînê ji wan re nas dikirin. Ev bandora ku di nava civakê de ava kirine, dibin hedefa êrîşan. Hêza me ya herî mezin ew in ku em doza wan bişopînin, her çiqas êrîş hebe jî em ê doza wan di hemû kar û xebatên xwe de berdewam bikin.”

‘Heta kengî wê îxaneta PDK’ê berdewam bike?’

Remziye Mihemed hevkariya dewleta tirk û PDK’ê wiha anî ziman: “Dirêjkirina şoreşa Kurdan, zêdebûna serhildana Kurdan û şikestina wê her dem bi riya îxanetê çêbûye. Jinên ku pêşengî ji şoreşê xwe re kirine, bi doza azadiya Kurd re derketiye. Ger herêmek bi navê Kurdistanê hebe û nekeve bin xizmeta gelê Kurd, ev herêm nabe Kurdistanî. Başûrê Kurdistanê têkoşînek mezin daye û bi sedan hezaran şehîd dane û ji qetlîaman hatiye derbaskirin û dawî de desthilatdariyek were ser destkeftiyan û xizmet neke, nayê qebûlkirin jî. Başûrê Kurdistanê îro di destê gelek siyasetê de ye. Siyaseta navneteweyî û Tirkan de ye. Iraq her dem di çemberê de dijî û êdî fetisiye. Îro jinên ku têdikoşin, dixwazin tenê wekhevî û edaletê ava bikin, dibin armanca êrîşan. Hişyariyek mezin ji partiya PDK’ê re heye ku divê ji xewna xwe rabe. Heta kengî wê îxaneta wan berdewam bike û destên xwe bide destên dijmin? Şaneyên ku li Başurê Kurdistanê belav bûye divê bên paqijkirin. Divê em ji bo azadiya gelê xwe bibin yek. Divê gelê me yê Başûrê Kurdistanê vê hişyariyê bide avakirin û xwedî li destkeftiyên xwe yên şoreşa Başûrê Kurdistanê derkeve.”  

‘Merasîma Zelal Zagors bersiva êrîşan bû’

Remziye Mihemed kar û xebatên ku Zelal Zagros li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşandiye wiha anî ziman: “Roja bihîstina qetilkirina Zelal Zagros hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejiya. Her kes Zelal Zagros nas dikir û pê re kar û xebat meşandiye. Zelal Zagros bi kar û xebatên xwe bi gel re bûbû yek. Li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Tirbesiyê, Qamişlo, Minbiç, Dêrezor, Reqa û heta Şamê kar û xebat meşandiye. Bi pêkhateyên herêmê re kar kiriye ku jinên Ereb xwedî li Zelal Zagros derketin. Firyala bajarê Hesekê, di nava civakê de hebûna wê heye. Bi hêz û rêxistinbûna xwe xwedî li fikir û felsefeya Rêber Apo derket. Gelê me soz daye ku meşa me ya azadiyê berdewam bike. Dê berhema Zelal Zagros her hebe. Merasîma Zelal Zagros berdewamiya xeta şehîdan û bersiva êrîşan bû.”

‘Bi pêşengiya Zelalan em ê rêxistinbûna xwe ava bikin’

Remziye Mihemed herî dawî wek Rêxistina Kongra Star dilsoziya xwe û xwedîderketina xwe ji  Zelal Zagrosan re nîşan da û wiha bi dawî kir: “Em bi minetdarî bejna xwe li hemberî şehîdan ditewînin û em ê têkoşîna xwe domdar bikin. Em ê bi hêza jinan tevahî jinên ku di bin desthilatdariyê de dijîn, bi îradeya jinan wan rizgar bikin. Em ê li hemberî hemû êrîş û tundiya ku tê meşandin bibin xwedî sekn. Armancgirtina Zelal Zagros, tundî ye. Îro gel û jin şiyar bûne û bindestî û desthilatdariyê qebûl nakin û li hemberî komploya ku li hemberî me pêk tên xwedî bersiv in. Îro hêza me û sekna me xurt e ku em li hemberî tevahî komployan, berxwedaniya xwe berdewam bikin. Li hemberî şerê siyasî û civakî, em ê şerê xwe yê rêxistinbûnê bimeşînin. Dirûşma xebata me ew e ku bi pêşengiya Zelal û bi hezaran şehîdan rêxistinbûna xwe ava bikin û tecrîda girankirî rakin û xwe bigihîjînin azadiya Rêber Apo.”