Li Fransayê ji bo mafê kurtajê garantiya destûrî

Meclisa Neteweyî ya Fransayê pêşnûmeya ku mafê jinan ê kurtajê bi destûra bingehîn tê misogerkirin qebûl kir.

Navenda Nûçeyan - Li Fransayê pêşnûmeya ku ji bo mafê kurtajê yê jinan tê parastin, bi 493 dengan li dijî 30 dengan bi 493 dengan hat qebûlkirin. Tê payîn  ku pêşnûme di 28’ê Sibatê de, li baskê Bilind a Parlamentoyê ya Senatoyê were gotûbêjkirin.

Ger li Senatoyê li ser metna ku ji aliyê Meclisa Neteweyî ve hatiye pesendkirin lihevkirinek çêbibe, dengdana dawî ya li ser pêşnûmeqanûnê dê li Kongreyê ku her du meclîsên parlamentoyê li hev kom bibin, were kirin. Divê pêşnûme li Kongreyê bê dengdan ji ber ku pêşnûme guhertinek di destûrê de ye.

Li Fransayê jin heta hefteya 14’emîn a ducaniyê bi qanûnî dikarin kurtajê bikin. Ger pêşnûme ji Meclîsê derbas bibe, Fransa dê bibe welatê yekem ku bi destûra bingehîn mafê kurtajê garantî dike.