‘Divê dê û bav bi baldarî li hal û tevgera zarokên xwe binêrin’

Li Tûnisê, hejmara jinên dixebitin zêde dibe, bi vê re bexçeyên zarokan jî li welat zêde dibin. Psîkolog Enas Ben Salîma got ku divê dê û bav li tevgerên zarokên xwe yên ku dişînin bexçeyên zarokan an jî pêşdibistanê bi baldarî binêrin.

ÎXLAS HAMRUNÎ

Tûnis – Li Tûnisê di salên dawî de eleqeya ji bo bexçeyên zarokan zêde dibe. Ji ber ku hejmara dayikên ku dixebitin roj bi roj zêde dibe, zarok li bexçeyên zarokan tên perwerdekirin. Ev yek di warê pêşxistinê de ji bo wan baş e her wiha cewhera wan derdixe holê.

Di salên dawî de ji ber ku gelek pêşdibistanên ne fermî hema wisa tên çêkirin û nebesiyên personelan heye, gelek kêmasî derdikevin holê. Personelên bê perwerde di sala 2021’ê de gihîşt 57,8. Ji ber ku perwerdeya bingehîn li wan deran bi sînor e û ji ber bikêrhatinî tam nîn e her wiha ji ber ku xwediyên pêşdibistanan xebatkarên xwe di warê pêşxistinê de perwerde nakin, di wan saziyan de gelek pirsgirêk derdikevin. Li wan pêşdibistanan zarok rastî şîdet, tecawiz, heqaret û şewitandinê tên. Li gorî xebatkarên di wan saziyan de, sedema vê kêmasiya butçeyê ye. Ji ber ku saziyên zarokan tevli bernameya reformê ya wezaretê nayên kirin û hukumet perwerdeya zarokan îhmal dike bûyerên bi wî rengî derdikevin.

‘Em ji bo perwerdekirina zarokan dixebitin’

Kawthar Al- Muhammedî bi pêşdibistana ku di sala 2017’an de vekiriye zarokan perwerde dike.  Kawthar Al- Muhammedî diyar kir ku ew her dem bi zarokan re eleqedar dibin û got ku heta niha ji vê rewşê kêfxweş in û di warê eleqeya zarokan de tu zehmetiyê nekişandin. Kawthar Al-Muhammedî, got: “Em li pêşdibistanê hewl didin li gorî daxwazên dayikan nêzî zarokan bibin. Em bi xebatên xwe hinek rêgezên exlaqî nîşanî zarokan didin û wan perwerde dikin.”

Noura Al-Othmanî jî jineke xebatkar e û du keçên wê hene. Ji bo perwerdeya zarokan balê dikşîne ser girîngiya bexçeyên zarokan û dibêje: “Zarok êdî ji sibê heta êvarê li bexçeyên zarokan an jî li pêşdibistanê derbas dikin. Mamoste zarokan hînî tiştên ku bala wan dikşîne û bi kêr tên dikin lê bêguman pêdiviya zarokan bi eleqeya kesên malbatê heye.” 

‘Di pêşketina zarokan de 3 salên destpêkê pir girîng in’

Psîkolog Enas Ben Salîma jî got ku pêşketina zarokan 3 salên destpêkê pir girîng e û diyar kir ku di van salan de zarok hînî kêrhatiyên bingehîn dibe, serbixwe dibe û hînê xweparastinê dibe. Enas Ben Salima, wiha domand: “Zarokek ku heta 3 saliya xwe perwerde dîtibe, di pêşdibistanê de têkiliyên bi hevalan re ji ber ku perwerde dîtiye, di warê civakî û hestiyarî de pêşketî ye. Di vê merheleyê de zarok hem dayik hem jî bavê xwe weke rola îdeal dibîne lê ger malbat rola xwe nelîze, li benda mamosteyan bihêle dê şaşiyê bike lewre kesên li van saziyan dixebitin rojê bi 15-20 zarokan re eleqedar dibin. Ji ber wê nikare bi hemû zarokan re eleqedar bibe. Ji ber pê re nagihîje tenê dikare di warê reng û hejmaran de perwerde bide.”

‘Divê dê û bav bi zarokên xwe re eleqedar bin’

Enas Ben Salîma, da zanîn mayîna zarokek biçûk ji sibê heta êvarê li pêşdibistanê demeke dirêj e ji ber vê yekê divê di warê psîkolojîk de zarok amade be û girîngiya çûyîna pêşdibistanê bizanibe. Enas Ben Salîma, herî dawî got: “Dê û bav divê êvarê bi zarokên xwe re eleqedar bibin, der barê tiştên ku nava rojê kirine bi wan re biaxivin, hal û tevgerên wan bişopînin û li ber wan tiştên di jiyanê de esas in hîn bikin.”