Navenda Miştenûr ya hatibû bombekirin tevî derftên kêm dîsa dixebite

Hemşîre Ahîn Mihmed ku li naveda Miştenûr a Tendirustiyê dixebite diyar kir ku navend piştî bombebaranê ji nû ve hatiye vekirin lê kêmaniyên cidî ji aliyê amûr û dermanan ve hene.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Desteya Tendirustiyê ya herêma Firatê, piştî bombebarankirina Navenda Miştenûr a Tendirustiyê û derketina wê ji xizmetê, navendê ji nû ve vekir.

Dewleta tirk di 25’ê Kanûna 2023’an de navena Miştenûr a Tendirustiyê bi balafirên bê mirov bombebaran kir. Navenda ku ji bo 500 nexweşan xizmetên cur be cur pêşkêş dikir, ziyanên bi nirxê 200 hezar Euro lê çêbû.

Hemşîre Ahîn Mihemed ku ji 2015’an ve li navenda Miştenûr a Tendirustiyê kar dike behsa jinûveavakirina navenda Miştenûr kir.

‘Me di her beşê de xizmet dikir’

Ahîn Mihemed di destpêka axaftina xwe de behsa navenda ku hat armancgirtin kir û got: “Navenda Miştenûr a Tendirustiyê di 2015’an de bi ekîbeke mezin hat vekirin ku di nav de gelek beş hatin avakirin. Di beşên hundirîn de, jin, zarok, nexweşiya şekir, derûnî, aşkirina zarokan û beşa lezgîn rojane me 500 nexweş ku zêdetir zarok û jin in dihatin kontrolkirin û dermankirin. Dewleta Tirk bi zanebûn di 25’ê Kanûna 2023’an de navenda Miştenûr 4 caran bi balafirên bê mirov bombebaran kir ku di encamê de navend bi temamî ji xizmetê derket. Me ji ber bombebaranê ziyanên gelek mezin dît, hemû amûr û dermanên me şewitîn û navend wêran bû. Bi taybetî di asta Kobanê de navenda me ya tekane bû ku xizmetên bi vî rengî û bê pere ji gel re pêşkêş dikir. Lewre piraniya gelê Kobanê berê xwe dida navenda Miştenûr û bi rengekî razî jê derdiketin. Bi bombebarankirina navendê re û rawestandina karê me, gel astengiyên mezin dît, bi taybetî jî nexweşên beşa şekir û aşkirina zarokan.”

‘Di hemû beşan de kêmaniyên pir cidî hene’

Ahîn Mihemed bal kişand ser ziyanên ku ji ber bombebaranê çêbûne û wiha pê de çû: “Ji ber pêdiviyên gel, em yekser ketin tevgerê û me tevî derfetên kêm navenda xwe ji nû ve ava kir. Ji ber vê me di 14’ê Çileya 2024’an de navenda xwe bi pergala berê vekir ku em rojane nexweşên xwe pêşwazî dikin. Gelek kêmasî di navenda me de hene, berê di beşa jinan de îko hebû lê ji ber ku şewitî niha tune ye. Her wiha berê me tehlîlên şekir li gel xwe çêdikir lê em niha nikarin. Her wiha me birînên nexweşên şekir hefteyê carekê diguhert, ev jî êdî nabe. Bi derfetên di destên me de, em tenê dikarin dermanan bidin. Bi giştî kêmbûneke di tevahî amûrên tendirustî û dermanan de heye ku heta ji ber cihê me teng e em neçar in hinek beşan di heman odeyê de vekin, weke beşa laşmanya û aşkirina zarokan. Tevî kurt û kêmaniyên ku em ji ber bombebaranê dikşînin jî dîsa me hemû derfetên xwe xistine dewrê ji bo dermankirina nexweşan.”

Hemşîr e Ahîn Mihmed da zanîn ku dewleta Tirk sûcên şer dike û wiha bi dawî kir: “Bêguman armancgirtina navendeke tendirustiyê sûcekî şer e ku divê dewleta Tirk were cezakirin. Her wiha em bi şans in ku di roja bombebaranê de betlane bû hejmareke mezin ji kadroyên navendê û nexweş lê dimînin û jiyana hemûyan bi xeteriyê re rû bi rû bû. Ji bo vê bangwaziya me ji rêxistinên mafên mirovan û tendirustiyê re ew e ku pêşî li van sûcan bigrin. Dewleta Tirk li ber çavên civaka navdewletî sûcên şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û ziyanên mezin dide civakê.”