Navenda Belgekirina Sûcan rapora li ser sûcên dewleta Tirk parve kir

Navenda Belgekirina Sûcan derbarê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li bakurê Sûriyeyê yê dagirkirî raporek parve kir. Di raporê de hate diyarkirin ku ji ber êrişên dewleta Tirk li heremê 2 hezar û 105 kes hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan - Navenda Belgekirina Sûcan derbarê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê de raporek parve kir. Di raporê de diyar kir ku rêjeya tundiyê, sûcan û şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk de zêde bûye û gelek teqîn li herêmên dagirkirî de rû dane. Her wiha di raporê de hat bibîr xistin ku sûcên li dijî mafên mirovan, îşkencekirin, girtin, darvekirin, desteserkirina mal û milkên koçberan, topbarankirin, bikaranîna çekên qedexekirî û hedefgirtina xebatkarên tenduristiyê û rojnamevanan berdewam dike.

2 hezar û 105 kes hatin qetilkirin

Di raporê de hat destnîşankirin ku di encama sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, di navbera 9`ê Cotmeha 2019`an û heta dawiya Çileya 2024`an 2 hezar û 105 kes hatine qetilkirin, 8 hezar û 290 kes birîndar bûne. Her wiha 9 hezar û 241 kes hatine revandin, ji wan derdora 8 hezar û 6 kes hatine berdan lê çarenûsa yên mayî ne diyar e. Heta 31`ê Çileya 2024`an, 182 kes bi îşkenceyê hatine kuştin, her wiha 586 sûriyeyî ji aliyê leşkerên Tirk ên li ser sînor ve hatine kuştin. Di nava wan de 106 zarokên kêmtirî 18 saliyê û 69 jin hene. 3 hezar û 89 kes bi guleyên cendarmeyan, dema hewl didan sînor derbas bikin an jî şêniyên gund û bajarokên li ser sînor yan jî cotkar û xwediyên zeviyên li ser sînor, birîndar bûne.

Li gorî raporê, ji destpêka 2024`an ve cendirmeyên Tirk  kesên ku hewl didan sînor derbaz bikin 41 kes kuştine û 133 kes birîndar kirine. Gelek ji wan di encama lêdana hovane de jî astengdar bûn.

Dewleta Tirk êrişî binesaziya heremê dike

Li gorî raporê, bîlançoya sûcên di Çileya 2024`an de li bakurê Sûriyeyê hatine kirin, wiha ye:

“Li herêmên rojavayê Firatê wekî Bab, Cerablus, Ezaz û bajarê Efrînê yê dagirkirî; di encama topbaran, şerê nava taxan, mayin û teqînan de 16 kes birîndar bûne, di nav de 4 zarok hene. 2 mayin teqîne û teqînek çêbûye. 44 kes hatine revandin û li 27 kesan jî îşkence hatiye kirin. Fîdye ji bo berdana revandiyan hatiye xwestin û 25 kes hatine revandin. Di topbarana 32 gundan de 21 sivîl birîndar bûne û 9 jî hatine kuştin. 5 caran komên çeteyan di nava bajarên de bi hev ketine.”

Li heremên dagirkirî îşkence, revandin

Her wiha di raporê xwe daneyên sûcên domdar ên dewleta Tirk ên ji 9`ê Cotmeha 2019`an û heta dawiya Çileya 2024`an nû kirin û ev agahî parve kir: “Di encama êrîş û sûcên hovane yên piştî wê de 855 sivîl hatine kuştin, jê 113 zarok û 98 jî jin in. Her wiha 4 hezar û 243 kes jî birîndar bûne, din av de 354 jê zarok û 301 jî jin hene. Di bin îşkenceyê yan jî şert û mercên girtînê yên dijwar de, 65 kes hatine kuştin. Hezar û 51 kes hatine girtin, li 352 kesan îşkence hatiye kirin û ji malbatên 415 kesan jî fîdye hatiye xwestin.

53 dibistan wêran bûn 901 dibistan ji xizmetê derketin

Di topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê de 53 dibistan wêran bûne û 901 dibistan ji xizmetê derketine û 100 hezar xwendekar ji perwerdeyê bê par mane.

Di topbaranê de 53 navendên tenduristiyê hatine hedefgirtin. Di wan êrîşan de 26 kes birîndar bûne ku karmendên qada tenduristiyê ne. Her wiha 5 jî hatine kuştin, ji wan 3 kes ji aliyê çeteyên Artêşa Nîştimanî ve hatin darvekirin.

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker de 439 kes astengdar bûne, ji wan 166 sivîl in. Li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî di encama teqîn û teqînên bermahiyên şer de piştî êrîşa dewleta Tirk a dagirker, 339 kes astengdar bûne. Ji wan 89 zarok û 75 jî jin in.

Li Girê Spî û Serêkaniyê 9 rojnamevan hatine kuştin û 25 jî birîndar bûne. Her wiha dewleta Tirk a dagirker dê û bavê rojnamevanekê qetil kirin û çeteyên wê dest danî ser mala wan û mala 12 rojnamevanên din.”

Sûcên ji Sibata 2018`an heta dawiya Çileya 2024`an wiha ye:

2 hezar û 105 sivîl hatine kuştin, ji wan 193 bi îşkenceyê hatine kuştin.

9 hezar û 241 kes hatine revandin, li 2 hezar û 121 kesan îşkence hatiye kirin, derdora 8 hezar kesî hatine berdan, lê hîna çarenûsa yên mayî ne diyar e.

Ji malbatên 2 hezar û 654 kesên revandî fîdye hatiye xwestin.

Bi 243 êrişan navendên giştî û binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine hedefgirtin.