Hejmara 227’an a Neweya Jin derket

Hejmara 227’an a rojnameya Newaya Jin ku li Ewropayê weşanê dike, bi manşeta “Li Îmraliyê dem li ser azadiyê hatiye avakirin” derket.

Navenda Nûçeyan- Hejmara 227’an a rojnameya Neweya Jin ku li Ewropayê mehane tê weşandin bi manşeta “Li Îmraliyê dem li ser azadiyê hatiye avakirin” derket. Ji nivîskarên rojnameyê Ruşen Samsat bi sernavê “Di asta gerdûnî de valaderxistina komployê” têkoşîna li dijî komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ketiye sala 26’an girt dest. Rûşen Samsat diyar kir ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bang in û got: “Paradîgmaya bêhempa ya rehenda ku herî zêde komploya navneteweyî vala derxist, Rojhilata Navîn derbas kir û di asta gerdûnî de bandorê ava kir, belav bûye.”

‘Paradîgmaya Abdullah Ocalan ji piştevaniyê zêdetir hatiye asta ku xwedî lê derdikevin’

Havîn Guneşer jî bal kişand ku felsefe û paradîgmaya Abdullah Ocalan ji aliyê gelê cîhanê ve êdî ji piştevaniyê zêdetir, xwedî lê derdikevin. Havîn Guneşer di nivîsa xwe de wiha got: “Jiyan, bi gotina bi bandor Jin jiyan azadî li Mezopotamyayê jixwe derketiye holê. Niha jî jiyana li ser bingeha felsefeya Rêber Apo, girêdana wê ya bi azadiyê ve girêdayê re ‘hunera azadiyê’ di xaka me de dest pê kiriye belavî hemû cîhanê dibe.”

‘Ên ku dixwazin birûxînin bi xwe têk diçin’

Hêja Zerya di nivîsa xwe ya bi sernavê “Rastiya gel, jin û gerîlayên rêxistinkirî bi îrade û hêvî li pêşiya komplo û têkçûnê ne” diyar kir ku li dijî operasyonên leşkerî şer tê kirin ên ku plana rûxandinê dikin, bi xwe rastî rûxandinek mezin tên. Haskar Kirmizigul jî di nivîsa xwe ya bi sernavê “Çîroka gravekê” de bal kişand ser têkoşîna 25 salan a li Îmraliyê û got: “Li Îmraliyê dem, cih û jiyan li ser kêrek tûj bi pêş ket. Di vê girtîgeha yek kesî de bi milyonan mirov dijîn. Dem ji azadî û wateyê re hat avakirin û sînorên giravê berfireh bûn.”

Di rojnameyê de hevpeyvîna du kesên enternasyonal ku pêşengiyê ji kampanyaya ji Abdullah Ocalan re azadî dikin cih girtin. Di rûpela tirkî de hunermenda dîtbariyê ya Polonyayê Sofija Nierodzinska, di rûpela Kurdî de rojnamevana Îtalî Giuliana Sgrena der barê kampanyayê de nêrînên xwe anîne ziman. Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut di rûpela Kurdî de li ser plana dema pêş a kampanyaya ku ketiye meha xwe ya 5’an nivîsiye.

Ji pênûsa Sakîne Cansiz

Di rûpela forumê de ji parêznameyên Abdullah Ocalan ku mijara nirxandina zihniyeta polîtîk û felsefeya piştî komployê digre dest cih girtin. Di heman rûpelê de nivîsek pêşenga tevgera jinên Kurd Sakîne Cansîz (Sara) ku di sala 2013’an de li Parîs hat qetilkirin, der barê sala yekem a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de cih digre. Di heman demê de Sakîne Cansiz ku behsa Îmraliyê dike wiha gotite:

“Ez wan dizanim. Min tu caran bi cih nekir, di nava wan de min sînor negirt ez we zindî dijîm. Ev hestek ecêb e. Dema min ev jiya li dijî hemû qirêjiyên din baştir min meydan xwend. Ev aliyê azadiyê yê herî tê jiyîn e.”

‘Gel bi hêviyek mezin tevli pêşhilbijartinê bû’

Yek ji rojevên ku rojnameyê bi berfirehî cih daye jî; hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê ye. Di hevdîtina li gel alîkara berpirsa kar û barên hilbijartinê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Îlknur Bîrol Nezahat Dogan, bal kişandine ku gel ji bo pêşhilbijartinan bi hêviyek mezin hatine ser sindoqan.

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a bajarê Amedê Sultan Yaray jî bersiva pirsên Roza Metîna daye. Sultan Yaray bal kişand ser rola jinan di hilbijartinên xwecihî de.

‘Karê herî lezgîn ew e ku gel rêxistina xwe bi xwe ava bike’

Yurdusev Ozsokmenler bandora erdheja 6’ê Sibata 2023’a ku li 11 bajaran pêk hat girtiye dest. Daye zanîn ku tevî salek derbas bûye jî tu pirsgirêkên erdhejzedeyan nehatine çareserkirin û gotiye: “Ji bo ji heqê felaketê derbikevin, karê herî lezgîn ku were kirin ew e; divê gel bi xwe rêxistina xwe ava bike.”

Cih da konfaransa Jin Jiyan Azadî

Zîlan Vejîn koferansa Jin Jiyan Azadî ku li paytexta Swêdê Stokhom hat lidarxistin analîz kiriye û aniye ziman ku jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê di nav de û ji derveyî welat zêdetir bi rêxistinkirî bersiv dane zextan. Bêrîtan di nivîsa xwe ya der barê hilbijartinên Iraq û encamên wê de û pêşketinên rojane yên li herêmê nirxandin kir, tesbîta “Xeta dagirkerî û hevkariyê di hilbijartinan de têk çûye, dema pêşiya me wê encamên mezin bi xwe re bîne” kiriye. Dengîr Guneş jî di rûpela ekolojiyê de bal kişandiye ku pirgirêkên ekolojik ên hêzên sîstemê ava kirine wê nebin hêza çareseriyê.

Behsa jina Belucî Mahrang Baloch hatiye kirin

Di quncikê portre yê rojnameyê de Fîdan Yildirim li dijî windakirinên di bin çavan de li Kurdistanê û înfazên bê daraz têkoşîna jinên Belucî ku di têkoşîna jinan de pêşeng e cih daye portreya Mahrang Baloch. Berjîn Tekoşer jî behsa têkoşîna aktivîsta jin Gulrox Îrayî ya Rojhilatê Kurdistanê ku li girtîgeha Evînê tê girtin kiriye. Di heman katagoriyê de makaleya Medya Doz bîranîna Şaristan Asmîn cih girt.