Li Kunarê hê jî şopên qetlîam û berxwedanê hene!

Li Kunarê ku yek ji parêzgehên rojhilatê Efganistanê ye; nêzî 40 sal in şahidiya sûcên kedxwar û hikûmetan dike, li aliyekî ve jî şopa komkujiyên kedxwaran heye û li aliyê din ve jî şopa hêzên demokratîk tê dîtin.

BAHARÎN LEHÎB

Kunar- Ji bo ku biçin bajarê Kunarê yê xwedî xweşikahiya xwezayî yê Efganistanê, derketin rê. Dema em gihîştin navçeya Narî, rastî qadeke kesk a berfireh ku weke “Bexçêya Meryem” tê binavkirin, hatin. Tahîra Faooq a ku em rastî wê hatin, ji me re çîroka navê baxçe wiha vegot: “Meryem jineke feqîr û bêax bû. Li nêzî vê herêmê dijiya. Biryar da ku bi hevkariya kurên xwe re herêma ziwa û hişk veguherîne zeviyek bi bereket. Ji wê demê vir ve ji bo vê baxçeyê ev nav hatiye danîn.”

Piştî ku em hinek pêş ve çûn, me li kêleka rê malek ayde yek ji fermandarên Golbedîn Hîkmîtar dît. Golbedîn Hikmîtar, li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) partiyek bi navê "Hizb el-Îslamî" ava kiriye û di vê pêvajoyê de piştî ku gelek rewşenbîrên jin û mêr revandine qetil kiriye. Golbedîn Hîkmîtar û kesên girêdayî wî wek “Tîzab” dihatin naskirin. Tîzabiyan, li dijî jin û zarokên diçûn dibistanê yan jî derdiketin derveyî malê êrîşên bi asît dikirin. Golbedîn Hikmîtar jî wek fermandarên din di şerê li dijî Rûsyayê de talankirina mal û milkên gelek kesan jî di nav de gelek sûcan kiriye.

Di her gavê de barergehên Emerîkayê tê dîtin

Dema em li navçeya Narî pêşve diçin, rastî geliyên ku bi sedan leşkerên hikûmeta berê di van 20 salên dawî de ji aliyê Talîbanê ve hatibûne qetilkirin, hatin. Komek endezyarên ku li bendê ne li Kunarê bendava elektrîkê bê avakirin, bi fermana hikûmeta Pakistanê û bi hevkariya Talîbanê hatin qetilkirin. Dema em ketin riya parêzgeha Kunarê, her çend gavan carekê baregehên leşkerî yên Emerîkayê tên dîtin, yek ji wan a herî mezin li navçeya Narî ye lê belê dema Emerîkayê êrîşê Efganistanê kir, yek ji dirûşma wê "têkoşîna li dijî terorê" bû. Lê li vê parêzgehê çiqas baregehên leşkerî yên Emerîkayê hebin, ewqas jî hêlîna Talîban û terorîstên DAIŞ’ê hebûn û bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dane.

Tovên DAIŞ'ê çend gav dûrî baregehên leşkerî mezin bûn

Hebûna baregehên leşkerî yên Emerîkayê, di heman demê bû sedema mezinbûna nebatan û derketina nexweşiyên cuda yên ajalan. Ji ber çekên kîmyewî yên hatin bikaranîn, jiyana zarok û mirovan li van axan herimî. Li gorî vegotinên şêniyên taxa Narî Panj, bi leşkerên Emerîkayê re ji Emerîkayê wergêrvanek jin a Afganî ji bo vê barergehê anîne. Piştî demekê li geliyên vê navçeyê cenazeyên jinên ku ji aliyê leşkerên Emerîkî ve piştî rastî tecawizê hatine û hatine qetilkirinê hatine dîtin. Tê gotin tovên DAIŞ’ê çend gavan dûrî baregehên leşkerî yên Emerîkayê mezin dibin û ji aliyê hêzên Amerîkayê ve jî piştgiriyê dîtine.

Bi saya hêzên demokratîk jin fêrî xwendin û nivîsandinê bûn

Ji bilî hemû rezalet û zextên ku gel di şerê berxwedana li dijî Rûsan de li vê parêzgehê jiyaye, li navçeya Narî ku gel bi navekî xweş tê bibîranîn, yek ji baregehên leşkerî yên hêzên demokratîk jî hebûye. Tevî rezaleta li vê navçeyê serwer e jî yek ji sedemên ku jin xwedî rêjeyeke berbiçav a xwendin û nivîsandinê ne ew e ku rola hêzên demokratîk, bi hevkariya jinên herêmê avakirina dibistan û riyan bûye û jinan her dem li pêşiya piştevanên xwe cih girtine.