Meşa Mezin a Azadiyê tevî astengiyan ji Wan û Qersê destpê kir

Ji herdû baskan ve tevî hemû astengiyan jî Meşa Mezin a Azadiyê destpêkê li Wanê û piştre jî li Qersê piştî daxuyaniyê destpê kir.

Navenda Nûçeyan – Partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çaresekirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, ji herdû baskên li Wan û Qersê dest bi “Meşa Mezin a Azadiyê” kirin. Meşa ku wê ji 1’ê Sibatê heya 15 Sibatê berdewam bike, bi daxuyaniya ji aliyê siyasetmedar û nûnerên rêxistinên demokratîk ve li Wan û Qersê strata meşê hate dayîn dest pê kir.

Qers

‘Meşa Mezin a Azadiyê’ destpêkê li Qersê dest pê kir. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bang kir û got: “Werin em bi hev re deriyê muzakereyê vekin. Werin em bi hev re deriyê aştî û guftûgoyê vekin.”

Meş dê heta 15’ê Sibatê berdewam bike û beriya meşê li hotêleke bajar daxuyanî hate dayîn. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat jî di nav de gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Meşvanên di baskê Qersê de cih digirin, pêşmalkên bi nivîsa “Meşa Azadiyê” li xwe kirin.

‘Divê Ocalan bi fizîkî azad bibe’

Parlametera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan metna hevpar a daxuyaniyê xwend. Piştî xwendina metna hevpar, Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat axivî û wiha got: “Ev demekî dirêj e em tu agahiyan ji Îmraliyê nagirin. Divê birêz Ocalan bi parêzer, malbat û civakê re bê gel hev. Birêz Ocalan digot; ‘Ez dikarim di hefteyekê de şer bi dawî bikim.’ Lewma divê birêz Ocalan bi awayek fizîkî azad bibe. Li welêt xitîmîneke mezin heye ku sedema wê pirsgirêka kurd e. Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd jî rakirina tecrîdê ye. Aştî ji bo her kesî lazim e. Divê em bibêjin ‘êdî bes e’ û tecrîdê bişikînin.”

‘Divê em xwedî li meşê derbikevin’

Sekretera Rêxistinkirinê ya Navenda Giştî ya DAD’ê Şukriye Ercan jî wiha got: “Em ê îro duayên xwe, loqmeyên xwe ji bo aştî û xwişk-biratî  bide bikin. Em ê îro duayên xwe ji bo aştiyê û li dijî tecrîdê bikin. Banga min ji bo her kesî ew e ku xwedî li meşê derkevin. Aştî û ev meş ji bo me elewiyan pir girîng in.”

 ‘Hemû kes tê tecrîdkirin’

Hevsreokê MEBYA-DER a Mêrdînê Salih Kuday jî got ku zêdetirî 25 sal in li ser Abdullah Ocalan tecrîd heye û ew vê tecrîdê qebûl nakin. Salih Kuday, diyar kir ku tecrîd tê wateya komkujî, mirin û şewitandina daristanan û ew daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê dikin.

Ji Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Mahmût Taniş jî bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û got ku ew naxwazin careke din ji girtîgehan cenaze derkevin.

‘Pirsgirêka Kurd pirsgirêka statuyê ye’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Armanca esasî ya vê meşê, rakirina tecrîdê, afirandina derfetên azadiyê yên ji bo birêz Ocalan û çareserkirina pirsgsirêka kurd bi rêyên demokratîk e. Gelê kurd tevî ewqas bedelên giran jî di her firsendê de destê aştiyê dirêj kir. Lê îktîdara heyî her tim bi tank, top, SÎHA û ÎHA’yan bersiv da. Me îro li Qersê dest bi meşê kir ku ev yek xwedî wateyeke girîng e. Qers, bajareke ku gelek netewe û baweriyên cuda lê dijîn.  

Pirsgirêka kurd, pirsgirêka statûyê ye. Desthilat, ji bo parastina desthilata xwe dixwazin pirsgirêka kurd û şer bidome. Dixwazin cenazeyên leşkeran û ciwanên kurd bên welêt. Lê hem dayikên kurdan hem jî yên tirkan dixwazin ev şer tavilê bi dawî bibe. Kesek dengê wan nabihîse. Armanca vê meşê jî ew e ku rêya çareseriyê were vekirin. Banga me ji bo tevahiya kesên li Tirkiyeyê li gel aştî, edalet û wekheviyê, ji bo rewşenbîr, nivîskar, hunermend, rêxistinên girseyî yên demokratîk, rêxistinên ked-pîşeyî û yên dixwazin ev pirsgirêk çareser bibe ew e ku tev li meşa me bibin. Em dibêjin ku Tirkiyeyeke ku pirsgirêka kurd çareser kirî dê ji bo şerê li Rojhilata Navîn jî bibe çareserî. Dê hevgirtina civaka xwe xurtir bike. Em dikarin bi aştiyê bersivê bidin bangên şer ên li her çar aliyên Rojhilata Navîn tên kirin. Ji bo vê jî divê em pirsgirêka kurd û pirsgirêkên navxweyî çareser bikin.

Werin em deriyên muzakereyê vekin. Werin em deriyên aştî û guftûgoyê vekin. Em bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî û CPT’yê dikin; ji bo tecrîda li Îmraliyê gav biavêjin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd peywirê li xwe bigirin. Berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê me tevan. Ev erdnîgarî êdî ji xwîn, hêsr û êşê têr bû. Em bi hev re daxwaza aştiyê dikin. Bi hêviya ku ev meşa mezin deriyên aştiyên veke û we tevan silav dikim.”

Piştî daxuyaniyê jî meşa ji baskê Qersê destpêkir.

Wan

Baskê Meşa Mezin a Azadiyê yê Wanê tevî hemû astendiyan jî dest pê kir. Piştî daxuyaniyê kesên Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan jî di nav de pêşmalkên li ser bi kurdî û tirkî “Meşa Azadiyê” dinivîsîn li xwe kirin û ji Otela Ûrartûyê derketin û ber bi Parka Mûsa Anter ve dest bi meşê kirin.

Di dema meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bijî berxwedana Îmraliyê” , “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” û “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe gor” hatin berzkirin.

Girseya ku li Parka Mûsa Anter disekinî, şande bi çepikan pêşwazî kir. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê li vir axivî, spasiyên xwe pêşkeşî gel kirin. Keskîn Bayindir, anî ziman ku meşa wan dest pê kir û got: “Wanê xwedî derketineke zêde nîşan da. Ev xwedî derketina we, xwedîderketineke pîroz e. Hejmara me evqas nîne. Dilê bi milyonan mirovan bi me re ye. Hûn her tim hebin, her bijî gelê Wanê.”

Polîsên di vê navberê de girse dorpêç kir, anî ziman ku qedexe ye, destûrê nadin meşê û xwestin girse belav bibe. Girseya guhdarî polîsan nekir, derket Cadeya Mereşê bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” meşa xwe domand. Polîsên li ser vê yekê mudaxileyî meşê kirin, beşdarvanên meşê derb kirin. Di vê kêliyê de kesek ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.

Girseya tevî mudaxileyê meşa xwe domand, hate Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê. Endamên partiyê yên li ber avahiyê bi çepik, tilîlî û dirûşma “Bijî Serok Apo” girse pêşwazî kirin. Piştî kombûna li ber avahiyê Meşvanên Azadiyê bi hev re “govenda azadiyê” gerandin.