'Li Xezayê xwe gihandina ava paqij bû mijara man û nemanê’

Ji ber êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê qeyrana mirovî her roj girantir dibe. UNRWA'yê, diyar kir ji bo her 2 hezar kesan kabinek dûş û ji her 500 kesan re tuwaletek dikeve û bal kişand ku li Xezayê xwe gihandina ava paqij bû mijara man û nemanê.

Navenda Nûçeyan – Îsraîlê, ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve êrîşên xwe yên li dijî Zîvala Xezayê didomîne. Di êrîşa Îsraîlê ya li dijî salona dawetê ya li bajarê Deyr El Belah a Zîvala Xezayê de hejmarek zêde Filistînî jiyana xwe ji dest dan. Li nexweşxaneya Al-Awda ya li bakurê Xezayê ku Îsraîl careke din hedef girt, xisarek mezin pêkhat. Li Xan Yinûs a ku di bin êrîşên tund de ye, bijişk li erdê mudaxeleyî birîndaran dikin.

Derfetên tibî û xurekê neman

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, ragihand ku li nexweşxaneyên Nasir û Emel ên ku ev du hefteyê li Xan Yûnisê di bin dorpêçê de ne, karesatek tê jiyîn. Di daxuyaniyê de hate balkişandin  xilasbûna derfetên tibî û xurekê yên li herdu nexweşxaneyan birîndar û nexweş bi mirinê re rû bi rû ne.

Hewşa nexweşxaneya El-Emel hat hedef girtin

Hezên Îsraîlê, ev 10 roj in ji bilî nexweş û birîndarên li bajarê Xan Yûnis a li başûrê Xezayê,  nexweşxaneya Nasir û nexweşxaneya El-Emel Filistîniyên ji cih û warên bûne xwe dîsperîn jî dorpeç dike. Heyva Sor a Filistînê, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal da, wiha got: "Hêzên dagirker ên Îsraîlê avêtin ser hewşa Nexweşxaneya El-Amel û li ber derî û deriyê derve yê lêgerîna lezgîn bi cih bûn.”

Di daxuyanîyê hate diyar kirin li dijî hewşa nexweşxaneya ku leşkerên Îsraîlê ev 10 rojin dorpeç dikin bi awayî giran hate hedef girtin û ekîbên tenduristiyê yên nexweşxanê jî, kesên ji êrîşê birîndarbûne derman dikin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin êrîşên Îsraîlê yên li ser nexweşxaneyê dewam dikin û wiha hate gotin: "Ji nexweşxaneyê re xebatkarê Heyva Sor a Filistînî jî di nav de 7 şehîd û 9 birîndar hate anîn.”

UNRWA: Gihandina ava paqij meseleya mirin û mayînê ye

Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA), di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de, wiha got: "Li Xezayê her roj ji bo dîtina nan û av roja têkoşînê ye" Di daxuyaniyê de hate balkişandin li Xezayê gihandina ava paqij veguherî meseleya mirin û mayîne û ev hişyarî hate dayîn ku ger ava paqij nebe dê zêdetir mirov ji ber xizanî û nexweşiyan jiyana xwe ji dest bidin.

'Ji bo her 2 hezar kesan tenê kabîneyek dûş û ji her 500 kesan re tuwaletek dikeve’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi hezaran kes hejmareke kêm kabîneya dûş û tuwaletan bi hev ra bikartînin û da zanîn ji ber mirov nikarin serê xwe bişon nexweşiyên çerm ên wekî girî û sipih belav dibin. Berpirsa Ragihandinê ya UNRWA’yê Temara er-Rîfaî, jî diyar kir ku li gorî hejmarên dawî li Xezayê ji bo her 2 hezar kesan yek kabîneyek dûş û ji her 500 kesan re tuwaletek dikeve. Temara er-Rîfaî, rewşa li Xezeyê bi "temamî bêhêvî" pênase kir û got ku artêşa Îsraîlê herî kêm 270 êrîş kiriye li ser baregeh û avahiyên UNRWA’yên ku malbatên koçber xwe spartîne û di van êrîşan de 372 kes jiyana xwe ji dest dane.

‘Li Xezayê UNRWA xwedî rolek krîtîk e'

Lêpirsîna der barê îdiayên Îsraîlê yên ku têkiliya hin xebatkarên UNRWA’yê bi Hamasê re hene didome. Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller jî, di brîfînga rojane de têkildarî geşedanên dawî yên derbarê UNRWA’yê û helwesta welatê xwe ya der barê vê mijarê de agahiyan da. Matthew Miller, wiha got: "UNRWA’yê xwedî rolek cihê wî nayê dagirtîne. ya krîtîk heye ku nayê guherandin. Niha li Xezayê tu rêxistineke din a mirovî tune ku bikaribe rola UNRWA’yê bilêyze."  Matthew Miller, diyar kir girînge ku ji aliyê Ajans ve bi awayekî zelal li ser îdiayên ku têkiliya hin xebatkarên UNRWA’yê bi Hamasê re hete lêkolîn bike û bigihêje encamê û da zanîn ji bo careke din rewşên wiha neqewimin, divê tedbîrên pêwîst bên girtin.

Serokê dewleta Filistînê: Em rê destûr nedin Nekbe dubare bibe

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Filistînê WAFA’yê, Serok Dewleta Filistînê Mahmûd Abbas, li Navenda Serokomariyê ya Ramallahê bi endamên Komîteya Navendî ya Tevgera Fetih re hev civiya. Mehmûd Abbas, di civînê de têkildarî geşedanên dawî yên der barê Xezayê plana Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ku ji çapemeniya Netanyahuyê belav bû de daxuyanî da. Mehmûd Abbas ,diyar kir ew ê destûrê nedin plana veqetandina Xezeyê ji Şerîeya Rojava û wiha got:

"Pozîsyona me vekiriye, daxwazên me jî demil dest agirbest e, vekişîna hêzên dagirker ên Îsraîlê ji tevahiya Zîvala Xezayê, lezkirina derbasbûna alîkariyên mirovî ji bo Zîvala Xezayê û pêşigirtina derxistina Filistîniyan ji axa xwe ye. Em ê destûr Nekbeya ku di sala 1948’an de hat serê gelê Filistînê dubare bibe. Heta roja me ya îro jî pirsgirêkên mezin ên bandorê vê yekê dijîn.”

'Rêveberî wê rûyê xwe ji zarokên xwe yên li Xezayê nezivirîn e’

Mahmûd Abbas, bal kişand ku divê siyaseta êrîş, hilweşandin û qetilkirina li Quds, Şerîeya Rojava û Xezayê ya li dijî gelê Filistînê raweste û wiha got, divê pergala Apartheid û siyaseta paqijkirina etnîkî ya ku ji aliyê hêzên dagirker ên Îsraîlê ve tê meşandin raweste. Mahmûd Abbas, diyar kir ew li gel welatên Ereb û welatên din ên Rojavayî ji bo rawestandina êrîşan hewldanên mezin didin û diyar kir ji bo gelê Xezayê vegerin warên xwe yên ku ji aliyê hêzên dagirker ve hatiye hilweşandin, dê hemû alîkarî û piştgirî bên kirin.

Pêşnûmeya agirbesta demkî pêşkêşî kabîneyê hate kirin

Li aliyê din li gorî nûçeya kanala 12’emîn a televizyona Îsraîlê; Dîrektorê Mossadê David Barnea, pêşnûmeya peymana têkildarî agirbesta demkî û pevguhertina rehîneyan a li Zîvala Xezayê ku ji 9 qonaxan pêk tê pêşkêşî kabîneya şer kir. Di qonaxa yekem de, tê plankirin di agirbesta 35 rojî de jin, nexweş, birîndar û extiyar jî di nav de 35 girtiyên Îsraîlî bên berdan. Di qonaxa duyemîn de jî tê pêşbînîkirin ku agirbest ji bo berdewamkirina muzakareyan hefteyek din were dirêjkirin û der barê mêrên rehîne ku Hamasê weke şervan qebûl dike bên berdan de muzakare werin kirin.