Viyan Soran li Şehbayê hat bi bîr anîn

Meclisa Jin a Meclisa Malbetên Şehîda Efrîn-Şehba Viyan Soran bi bîr anî.

Şehba –Leya Walî Huseyîn bi nasnav Viyan Soran di 2'ê Subata 2006'an de bi boneya salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir. Şoreşger û pêşenga Kurd Viyan Soran di 18’emîn salvegera xwe de ji aliyê Meclisa Jin a Meclisa Malbetên Şehîda Efrîn-Şehba hat bi bîr anîn.

Çalakiya bîranînê li wargeha Serdem a navçeya Ehdasa Şehbayê pêk hat. Endam û rêveberên Meclîsên Malbetên Şehîdan ya Şehbayê beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir. Paşê endama komîteya perwerde ya Meclisa Malbetên Şehîda Efrîn-Şehba Cûdî Mustafa name û jiyana pakrewan Viyan Soran xwend, her wiha siniviziyon li ser jiyana pakrewan hate pêşandan.

Çalakî bi diruşmeya "Şehîd namirin","Jin, Jiyan, Azadî" dawî bû.