Xwepêşandanên li Suweydayê didomin

Xelkê Suweydayê heta niha jî xwepêşandanên xwe berdewam dikin û daxwaza guhertina siyasî, edalet, wekhevî û pêkhatina biryara 2254’an dikin.

ROCHELLE JUNIOR

Suweyde – Beşdarên tevgera gel a ku li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê pêk tê, destnîşan kirin ku xwepêşandanên wan aştiyane ne û ew dest ji daxwaz û mafên xwe bernadin.

Li gundên Suweydayê her roj êvarê nobetê digrin, ji ber ku 16’ê Cotmehê xwepêşander kirin li qada Kerameyê ji bo berdewamiya tevgera xwe ya ku ketiye meha duyemîn a li ser hev û aramiyê biparêzin û daxwaza pêkhatina biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî kirin.

Daxwaza azadî û wekheviyê

Najwa Al Zaroonî ji gundê Nijran a di xwepêşanan de cih digre got; "Em dixwazin bi aramî û ewlehî bijîn. Daxwaza me ya herî hêsan peydakirina hewcedariyên jiyanê ye. Nan, kerebe, gaz û ava me tune ye. Tiştekî ji wê xerabtir heye? Hikûmetê hemû samanên welat talan kirine lewre me biryar da ku em rabin ser piyan û daxwaza rûxandina rejîmê bikin.”

Nejwa Al Zaroonî her wiha daxwaza azadiya hemû gelan û serbestberdana girtiyên ku agahî ji wan nayê girtin kir û got: “Em dixwazin Sûriye di nava ewlehiyê de bijî û hemû hêz bibin yek û destên xwe bidin hev. Em vê hikûmeta ku gelê xwe birçî dike qebûl nakin.”

Bang li jinên Sûriyeyê: Rabin ser piyan

Her wiha diyar kir ku ew daxwaza mafên xwe yên rewa dikin û da zanîn ku gelek jinên malbatên xwe winda kirine hene, di nav de yên bi darê zorê hatine koçberkirin jî hene û got: “Divê hemû jinên Sûriyeyê yên ku tişta herî bi qîmet xwe ji dest dane, xwedî lê derkevin û rabin ser piyan."