Îsraîl li Xezayê li nexweşxaneyekê xist: 500 kes jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di encama bomberdûmana artêşa Îsraîlê ya li ser Nexweşxaneya El-Mamedanî ya Xezayê de herî kêm 500 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di encama bombebarana Îsraîlê ya li ser Nexweşxaneya El-Mamedanî ya Xezayê de herî kêm 500 kes mirin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê Eşref el-Qudra daxuyaniyek da û diyar kir ku di encama bombebarana Îsraîlê ya li ser Nexweşxaneya El-Mamedayî ya Xezayê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 500.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî derbarê êrîşê de got, “Di destê me de hemû hurgûlî nîn in.”

Tê gotin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane dibe ku ji hezarî derbas bike.