Cerdevan Cemîl Turk keça xwe qetil kir

Li Agiriyê cerdevanê teqawîtbûyî Cemîl Turk bi çekê keça xwe Dîlan û kurê xwe Ercan Turk gulebaran kir. Di êrîşê de Dîlan Turk jiyana xwe ji dest da, birayê wê jî bi giranî birîndar bû.

Navenda Nûçeyan- Li gundê Aktepe yê 40 kîlometre dûrî navçeya Panosê ya Agirî cerdevanê teqawîtbûyî Cemîl Turk bi çekê êrîşî keça xwe Dîlan û kurê xwe Ercan Turk kir. Li ser agahiya cîranan ekîbên cendirme û tenduristiyê hatin cihê bûyerê.

Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê tespît kirin ku Dîlan Turk jiyana xwe ji dest daye. Ercan Turk ê ku bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Panosê û tê dermankirin. Cendirmeyan Cemîl Turk binçav kirin.