Pevçûn didomin: Li Xezayê 500 jê zarok hezar û 200 kes wenda ne

Niştecihên Şerîdaya Xezayê ji ber nebûna çavkaniyên bingehîn û ji ber ku Îsraîl nahêle alîkarî derbasî Xezayê bibin, bi krîzeke giran re rûbirû ne.

Xeza – Pevçûnên di navbera Îsraîl û Filistinê ku 7’ê Cotmehê destpê kirin bi dijwarî didome. Ji ber qutbûna pêwîstiyên bingehîn, wek elektrîk, av û sotemeniyê, bi berdewamiya tundiya Îsraîlî li şerîdaya Xezayê, ji bilî kêmbûna giran a pêdiviyên xwarinê û kêmbûna dermanan, êşa gel girantir bûye.

Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê ragihand ku 2 hezar û 850 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 280 kes jî bi giranî birîndar bûne û bi daxuyaniyekê piştrast kir ku ji sedî 65 kesên jiyana xwe ji dest dane jin û zarok in. Her wiha bal kişand ku di 24 saetên borî de, li Şerîda Xezayê 270 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 580 kes jî birîndar bûne, li rojavayê Şerîa jî hejmara miriyan gihîştiye 60 kesan û nêzî hezar û 250 kes jî birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê da zanîn ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de taxên mezin ên niştecihbûnê bi temamî wêran bûne, malbat ji qeyda sîvîl hatine derxistin û li dijî 371 malbatan komkujî kirine, her wiha hezar û 200  kes winda ne di bin xirbeyan de, di nav wan de 500 zarok in.

Fikarên karesateke mezin

Wezareta Tenduristiyê bang li cîhanê kir ku demildest destwerdanê bike ji bo şandina ekîb û alavên pêwîst ji bo rakirina xirbeyên mezin û rizgarkirina jiyana kesên ku dikarin bên rizgarkirin.

Wezareta Navxweyî ya Xezayê hişyarî dide ku karesateke mirovî û belavbûna nexweşiyên bi sedema hebûna cenazeyên zêdetirî hezar kesan di bin kavilên malên wêranbûyî de, ev çend roj in ku dê bibe sedema hilweşîna cesedan û hejmara mirina ku li Wezareta Tenduristiyê hatine qeydkirin dê pir zêde bibe.

Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberan (UNRWA) hişyarî da ku rewşa Xezayê xirabtir dibe, zêdetirî du milyon kes rûbirûyê metirsiya kêmbûna avê dibin ji ber dorpêçkirina tund ku bûye sedem ku welatiyên li Şerîdaya Xezayê ava ne ewle vexwin ku metirsiya derketina krîza tenduristî ya giran e ku jiyana wan dixe xeteriyê.

Heyva Sor a Filistînê ragihand ku ji destpêka pevçûnan heta niha dorpêç nehatiye vekirin û alîkariyên mirovî û pizîşkî hîn li ser sînor asê mane.

Li Xezayê kêmasiya çavkaniyên bingehîn

Koordînatora Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî li herêmên Filistînê, Lynn Hastings, hişyarî da ku xetera mezin a şert û mercên mirovî yên nedîtî yên li Xezeyê nîşan dide û bal kişand ser tunebûna çavkaniyên bingehîn. Lynn Hastings diyar kir ku stoka avê ya heyî li Rêxistina Alîkariya Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî dê herî zêde di nava du rojên bê de biqede û bi lezgînî banga agirbestê ji bo derbaskirina alîkariyê mirovî kir.

Berdevka Herêmî ya Xaça Sor a Filistînê Imene Trabelsi, teqez li ser girîngiya nehiştina rûxandina tam a sektora tenduristiyê li Xezayê kir û diyar kir ku hewldanên Xaça Sor berdewam dikin.

Wezîra Mafên Civakî ya Îspanyayê Lone Belarra, bi tundî kiryarên Îsraîlê li Şerîdaya Xezayê şermezar kir û weke “sûcên şer û qirkirina sîstematîk” bi nav kir. Lone Bellara Yekitiya Ewrupa û Amerîka tawanbar kir ku Îsraîl teşwîq dikin ku siyasetên cihêkarî, nîjadperestî û dijminatî yên ku mafên mirovan bi awayekî cidî binpê dike, pêk bîne.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Ewropayê piştrast kir ku Îsraîlê bi qasî çaryeka bombeya navokî avêtiye ser Şerîda Xezayê û li gorî daxuyaniyê, bombebarana berdewam bûye sedema wêrankirina zêdetir 17 hezar mal û nêzî 87 hezar mal jî zirarê dîtinê, di êrîşan de herî kêm 73 dibistan, 61 navendên ragihandinê, 18 mizgeft û 165 navendên pîşesazî zirarê dîtine.