Endama Yekîtiya Jinên Filistînî: Êrişên Îsraîlê plana sedsalê ye

Parazvana mafên mirovan a Yekîtiya Jinên Filistînî Celine Mohtaseb got ku ew ji bo zelalkirina hûrgiliyên êrişên li Xezayê û zêdekirina hevgirtina bi gelê Filistînê re dixebitin û êrîşên Îsraîlê wek plana sedsalê nirxand.

ASMAA FATHI

Qahîre - Piştî êrişên Hemasê yên di 7’ê Cotmehê de li dijî Îsraîlê di bin navê ‘Tofana Eqsayê’ da destpêkirin, bomberdûmanên Îsraîlê yên li dijî Xezayê dewam dikin. Herî dawî 17’ê Cotmehê di saetên êvarê de Nexweşxaneya El Mamedanî ya Gazzeyê hate bombekirin. Hat diyarkirin ku li nexweşxaneya ku tê gotin 4 hezar kes lê hene zêdetirî 500 kesî jiyana xwe ji dest dane. Di êrişên ku weke Nekbaya nû (karesateke mezin) hatin binavkirin de bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan.

Şêwirmenda hiqûqî û parazvana mafên mirovan a Yekîtiya Jinên Filistînî li Misrê Celine Mohtaseb êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê ji ajansa me re nirxand.

‘Hemû cîhan qeyrana ku gelê Filistînê jiyaye hîs dike’

Celine Mohteseb, diyar kir ku hemû cîhan dibîne ku gelê Filistînê çi dijîn û wiha got: “Em her roj nameyan ji hemû welatan re bi taybet welatên Ereban dişînin. Bavê min li herêmên bakur ên di bin kontrola Îsraîl de dijî û li wir tu êrişên mûşekî nayên kirin, lê êrişên dijwar li ser Şerîda Xezayê hene.”

‘Êriş plana sedsalê ye’

Celine Mohtaseb ku êrişa li ser Xezayê wek “plana sedsalê” nirxand û got: “Armanca wan ew e ku gelê Qudsê ber bi Urdunê û yên li Şerîda Xezayê jî ber bi Sînaya Misrê ve bibin. Ev hema hema hatiye ragihandin û êdî ne veşartî ye. Lêbelê, rastiyê aliyek bi tevahî cûda heye. Gelê Filistînê dev ji axa xwe bernade û dibêjin ew ê bi rûmeta xwe bimirin.”

‘Jin barê şer hildigirin’

Celine Mohtaseb ku dixwaze sûcên ku prensîbên mafên mirovan ên gerdûnî binpê dikin bên lêkolînkirin, derbarê wê de xebat bên kirin û bombebarana li ser Şerîda Xezayê bê rawestandin û wiha got:

“Jin û zarok di nav komên sereke de ne ku ji şer bandor dibin. Jin gelek caran giraniya şer hildigirin. Di şert û mercên şer de êşa jinan du qat dibe. Ji bo zarok û malbatên xwe di nava tirseke mezin de ne. Jinên li Şerîda Xezayê bi salan e êş û azaran dikişînin. Tevî zehmetiyan, ew xwedî hêz û ezmûnek mezin in.”

‘Cara yekem ez nikarim sibê bibînim’

Celine Mohtaseb diyar kir ku ew wek Yekîtiya Jinên Filistînî li Misrê hewl didin hûrgiliyên pevçûnê zelal bikin, agahiyên ji ber çavan nehatine girtin li ser platformên medyaya dîjîtal biweşînin û ji bo birîndaran alîkariyê kom bikin. Celine Mohtaseb diyar kir ku ew dixwazin piştgiriya tibî ya tenduristiyê bidin Xezayê û wiha got: “Cara yekem e ez nikarim sibê bibînim. Bi gelemperî em li bendê bûn ku bibînin ka dê encam çi be, lê niha ez nikarim mezinahî û berfirehiya bûyerê bibînim. Aliyek yê min vê yekê wek nîşana şerekî mezin dibîne.”