Milyonek kes ji Xezayê derketin

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji ber êrîşên Îsraîlê 1 milyon kes ji Xezayê derketin.

Navenda Nûçeyan – Dîrektora Ragihandinê ya Ajansa Alîkarî û Xebatê ya ji bo Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Juliette Touma li avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê bi rêya vîdeokonferansê rewşa dawî ya li Xezayê bi rojnamevanan re parve kir.

Juliette Touma got, "Bihêlin sibê em nizanin wê saeta bê çi bi xwe re bîne" û destnîşan kir ku hejmara Filistîniyên ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve li Xezayê bûne milyonek. Di daxuyaniya xwe de Juliette Touma diyar kir ku piraniya kesên ji Xezayê derketine li navendên UNRWA’yê dimînin û ji ber ku alîkarî nayê dayîn pêwistiyên jiyanî yên li UNRWA’yê kêm dibe.

Dîrektora xwest ku rêgirî û dorpêçî bê rakirin, diyar kir ku xebatkarên UNRWA'yê radigihînin ku Xeza veguheriye "dojehê" û her roj nezelalî û tirs zêde dibe.