RJAK: Em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin

RJAK’ê tevlibûna xwe ya ji bo kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ ragihand û got: “Em ê bi berfirehkirina têkoşîna xwe, azadiya fizîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) bi daxuyaniyekê ragihand ku ew tevli pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dibin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di serî de em jî weke Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) pêngava ji bo azadiya Rêber Apo silav dikin. Hişmendiya netew-dewlet û sermayedar bi sedema ku felsefeya Rêber Apo ji bo berdewamkirina deshilatdariya xwe wekî astengiyek mezin dibîne, ketiye nava têkoşîneke gelek kirêt û dirindane lewre 25 sal in rêbertiya me li Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye. Di şexsê rêbertiya me de dixwazin gelê Kurd û mirovahiyê bêdeng bikin û bifetisînin. Çima ewqas êrîş li ser Rêber Apo tên kirin? Ji ber Rêber Apo gelê ku di gorê de bû rakir ser piyan. Di heman demê de Rêber Apo navê riya serkeftin û rastiyê ye.

‘Ev têkoşîn li hemberî hemû paşverûtî û pergalên xwedî hişmendiya desthilatdariyê ye’

Têkoşîna Rêber Apo ya ku ji 7 saliya xwe de daye destpêkirin, li dijî hemû paşverûtiyên pergalê û hişmendiya wê ya deshilatdar bû, di heman demê de ew têkoşîn ji bo tevahî jinan û mirovahiyê ye. Ew têkoşîneke ji bo azadiya civakeke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan e. Wekî Rêber Apo dibêje, ‘Têkoşîna min ne herêmî ye, gerdûnî ye.’ Lewre azadiya fizîkî ya Rêber Apo erka tevahî cîhanê ye û di serî de erk û peywira hemû jinan e. Em weke RJAK’ê beşdarî kampanyaya ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin, dibin. Em ê bi berfirehkirina têkoşîna xwe, azadiya fizîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”