Hunermenda Filistînî Dellal Ebu Amîne hat binçavkirin

Polîsên Îsraîlê stranbêja filistînî Dellal Ebu Amîne binçav kirin.

Navenda Nûçeyan – Polîsên Îsraîlê stranbêja filistînî Dellal Ebu Amîne binçav kirin û têkildarî mijarê daxuyanî dan. Hat ragihandin ku Amîne bi îdiaya “li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal piştgirî daye Filistînê û bûyer sor kirine” hatiye binçavkirin. 

Polîsan xwestin dema binçavkirinê ya stranbêja filistînî dirêj bike û li ser vê daxwazê sewqî Dadgeha Cezayên Sulhê ya Nasirayê.