'Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê di 10 mehan de 10 sivîl qetil kirin'

Tîmên Înşaya Aştiya Civakî ragihandin ku di 10 mehên dawî de di êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêma Federal a Kurdistanê de 10 sivîl hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan - Community Peacemaker Teams (Tîmên Înşaya Aştiya Civakî) der barê sivîlên ku di êrîşên dewleta Tirk ên di navbera 1'ê Çile-17'ê Cotmeha 2023'an de li Herêma Federal a Kurdistanê hatine qetilkirin û birîndarkirin, daxuyaniyek da.

'10 sivîl hatin qetilkirin'

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê di navbera 1’ê Çile û 17’ê Cotmehê de 10 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 12 kes jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşên hewayî yên bi Balafirên Bêmirov ên Çekdar (ÎHA) de 6 kes mirin, di êrîşên hewayî yên balafirên şer de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û di encama teqîna mayînekê nêzî baregeheke leşkerî ya dewleta Tirk de 1 kes jiyana xwe ji dest da.

'12 kes birîdar bûn'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di encama gulebarana rasterast a leşkerên Tirk de 2 kes, di êrîşa hewayî de 9 kes û di encama teqîna mayinekê de 1 kes birîndar bûne û wiha hat gotin, “2 kes dema pez diçêrandin, 5 kes dema di wesayîtekê de bûn, 3 kes li Mexmûrê, 1 kes dema li mala xwe bû û kesek jî dema ku behîv berhev dikir di encama êrişên Tirkiyeyê de birîndar bûn."