‘Êrîşên li ser Rojava li ser hemû destkeftiyên Kurdan in’

Rojnameger Bêrîvan Mihmed ya got “Ger destkeftiyên elê Kurd li Rojava bikevin metirsiyê dê tevahî destkeftî bi êrîşan re rûbirû bimînin” bal kişand ku êriş li ser tevahî destkeftiyên gelê Kurd e û li dijî êrişan banga yekîtiyê kir.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî – Rojnameger Bêrîvan Mihemed ya derbarê êrişên dewleta Tirk ên li ser heremên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de axivî destnîşan kir ku êriş li ser hemû destkeftiyên gelê Kurd e û li dijî êrişan pêwistiya avakirina yekîtiyê anî ziman.

Bêrîvan Mihemed bal kişand êrişên li ser binesaziya heremê ku di encamê de 2 jê zarok 48 kesan jiyana xwe ji dest dan û got: “Dewleta Tirk her dem bi planek ji bo berdewamkirina êrîşan di nava hewldanan de ye. Êrîşên niha jî bi komploya navneteweyî ya beriya 25 salan li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat ve girêdayî ye.”

‘Êriş li ser destkeftiyên gelê Kurd e’

Bêrîvan Mihmed da zanîn ku divê gelê Kurd hişyar be ji ber ku plangerî ne tenê li ser Rojava ye, li ser  destkeftiyên gelê Kurd e û got: “Ger destkeftiyên elê Kurd li Rojava bikevin metirsiyê dê tevahî destkeftî bi êrîşan re rûbirû bimînin. Ji ber ku cîhan û dewletên serdest li hemberî Kurdan bêdeng in. ji bo ku aştî neyê Rojhilata Navîn çi ji destên wan tê dikin. Divê pirsgirêka gelê Kurd û Filistînê were çareserkirin. Ji be ku şer û aloziyên dewleta Tirk derxistine ziyanê tenê dide gelê bindest ê Kurd û Filistînê. Dewletên serdest li gorî berjewendiyên xwe gelên din dikin rojeva xwe û hewldana çareseriya pirsgirêka wan didin.”

‘Metirsî li ser Başûr e jî’

Bêrîvan Mihemed bal kişand bêdengiya qada navnetewî ya li dijî êrişên dewleta Tirk û piştgiriya PDK’ê ji kiryarên dewleta Tirk re û got, “Pirs li vê derê tunekirina Kurd û destkeftiyên li Başûrê Kurdistane ye. Hestên neteweyî li gel pêşmergeyan hebûn, bi awayekî ev hest jî ji aliyê desthilatdariyê ve hatin sînorkirin, nehiştin tiştek bikin loma niha nikarin berxwedanê raber bikin. Ji ber wê ger Rojavayê Kurdistan bikeve metirsiyê, metirsî li Başûrê Kurdistan du qat zêdetir dibe.” Bêrîvan Mihemed a got “Dewleta Tirk dixwaze gund û bajarên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê vala bike” wiha berdewam kir: “Ji ber ku gelê Kurd xwedî hêzeke parastinê ye. Me li Kobanê dît çawa berxwedan bi ser ket û li Efrînê jî ji ber dewletên serdest piştgiriya Tirkiyeyê kirin. Kurd bi hêz û îradeya xwe rabûn. Ji ber wê divê Kurd xwe li derveyî vê yekê nemînin û nehêlin Rojavayê Kurdistan zirarê bibîne bi wê yekê dê bi ser bikevin.”

‘Divê li dadgehên gel bên darizandin’

Bêrîvan Mihemed bi bîr xist ku ger gelê Kurd yek be û hêzên Kurd yek bin bêguman wê Kurd bi ser bikevin û dawî li êrîşan bînin û wiha domand: “Kurd çawa ku komplo û êrîşên dijmin şermezar dikin divê îxanetkaran jî bi heman awayî şermezar bikin û destên îxanetê ji ser xwe rakin. Ji bo ku careke din Kurd tenezul nekin îxanetê bikin. Ji derveyî şermezarkirina aliyên siyasî dema Tirkiye komkujiyê li hemberî Kurdan encam dide, çi li Başûrê Kurdistanê pêşwazî li dijmin dike. Ev jî bilindkirina asta îxanetê ye. Divê ew li hemberî dadgeha gel werin darizandin.” 

‘Ragihandina desthilatdariyê siyaseta îxanetê dimeşîne’

Bêrîvan Mehemed anî ziman ku çapemeniya girêdayî desthilatê siyaseta îxanetê dimeşînin û got: “Li Başûrê Kurdistanê tenê çend ragihandinên serbixwe hene xwedî li doza Kurd derdikevin û ew êrîşên dewleta Tirk li ser Kurdan li çar parçeyan û bûyeran diteyîsinin. Mixabin li Başûrê Kurdistanê gelek ragihandin hene û girêdayî partiyên desthilatdariya Kurdistanê ye û siyaseteke îxanetê dikin û sedema ji êrîşan re dibînin. Her wiha beşek ji partiyan bi navê Îslamê piştgiriya vê dagirkeriyê dike. Niha mijara Filistînê dikim mijara destpêkê û behsa êrîşên li ser gelê Kurd nake. Yanî ger behsa jî kir gelek kêm heq dide.”

‘Beşek ji dezgehên ragihandinê ji rewşa niha berpirsyar in’

Bêrîvan Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Beşek zêde ya dezgehan bi kêmî kar li ser komkujiyên li hemberî Kurdan didin. Di rastiyê de ev ne dezgahên Kurdî ne, dûvikên desthilatdariyê ne. Ew dezgehên ku Kurd in di dema êrîş û jenosîd de ji bo ew karesatên li ser gelê Kurd de tê. Divê piştgiriya gelê xwe bikin. Hemû ragihandinên neteweyî piştgiriya gelê xwe dikin. Lê belê ragihandinên Başûrê Kurdistanê weke dezgeh û rêxistinên navdewletî yên cîhanê bêdeng bûn. Ji rewşa niha ya Kurd ew berpirsyar in.” Bêrîvan Mihemed a got “Divê ragihandin êrîşên li ser Kurdan çêdibin, bikin rojev da ku cîhan bizanibe çi bi serê Kurdan ve tê û bi hemû awayî li dijî dagirkeriyê raweste” bi vê bangê dawî li axaftina xwe anî: “Divê Kurd li hemberî êrîş û dagirkeriyê yekdeng bin û li hemberî rawestin.”