Xwepêşandanên li Îsraîlê di hefteya 17’emîn de ye

Di hefteya 17’emîn a xwepêşandanên li dijî rêziknameya edlî ya hikûmetê ya li Îsraîlê de 200 hezar xwepêşander daketin qadan. Di çalakiyan de li dijî rêziknameya edlî bal li ser demokrasî hat kişandin.

Navenda Nûçeyan – Li seranserê welat grev û xwepêşandanên li dijî rêziknameya dadwerî ya Wezîrê Dadê yê Îsraîlê Yariv Levin ku desthilata Dadgeha Bilind sînordar dike û guhertinên wek desthilata xwedî gotin di tayînkirina dadweran de dihewîne, berdewam dikin. Rêziknameya ku ji ber protestoyan ji hêla Serokwezîr Benjamin Netanyahu ve hat taloqkirin, tê payîn ku di meha Gulanê de dîsa were Meclisê.

Îsraîlî bi hefteyan li dijî rêziknameya edlî ya nakok a hikûmeta koalîsyona faşîst a bi serokatiya Serokwezîr Benjamin Netanyahu protesto dikin. Îsraîliyên ku her êvara şemiyê li seranserê welêt xwepêşandanên girseyî li dar dixin, di hefteya 17’emîn a çalakiyan de dîsa daketin qadan. Li gorî nûçeya di Gazete Duvar de; Xwepêşandan li bajarên wekî Rojavayê Qudsê, Heyfa, Hadera û bi taybet Tel Avîvê hatin lidarxistin.

Girîngiya demokrasiyê li hember rêziknameya dadwerî

Bi deh hezaran xwepêşander li ber Kompleksa Hikûmetê ya li Kolana Kaplan a Tel Avîvê kom bûn, ku wekî her hefte xwepêşandana herî mezin lê tê lidarxistin. Li ser sehneya ku li Kolana Kaplan hat vekirin, axaftvanên ji deverên cuda yên Îsraîlê axaftin kirin û bal kişandin ser demokrasiyê li dijî rêziknameya darazê ya hikûmetê.

200 hezar kes beşdar bûn

Navên ji beşên cuda yên Îsraîlê yên wekî siyaset, burokrasiya bilind, huner û karsazî beşdarî xwenîşandanên ku bi qasî 200,000 kes beşdar bûn. Xwepêşandêrên ku gelek caran bi alên Îsraîlê di destên xwe de dirûşma "demokrasî" berz kirin, pankartên rexnekirina siyasetmedarên faşîst ên hikûmeta koalîsyonê hilgirtin. Pankarta “Dîrok li te temaşe dike” hate vekirin.

Peyama Sosyalîst Enternasyonal

Bi hezaran xwepêşandêrên li Qudsa Rojava jî rêziknameya edlî protesto kirin, ji avahiya Serokatiyê heta Meydana Parîsê meşiyan. Peyama vîdyoyê ya ku Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez ji xwepêşanderan re şand, li ser sehneyên ku li paytext Tel Avîvê hatin vekirin, hat nîşandan. Pedro Sanchez ku di heman demê de Serokê Enternasyonala Sosyalîst e, rêxistina sîwan a ku 132 partiyên çepgir ên li çaraliyê cîhanê kom dike, di peyama xwe de wiha got, "Em wek Enternasyonala Sosyalîst her tim ji bo azadî, edalet û demokrasiyê têdikoşin. Lê belê, wek ku hûn dizanin, ev nirx nikarin di bêrîkan de bêne jimartin."

Di xwepêşandana li Kfar Sabayê de serokê muxalefeta sereke ya Îsraîlê û serokwezîrê berê Yair Lapid jî axivî. Yair Lapid got ku nayê qebûlkirin ku hikûmet endamên Dadgeha Bilind a Îsraîlê tayîn bike.