Jinên Tûnisî: Divê hikûmet berpirsyariya komkujiyên jinan bigire

Jinên Tûnisî bi merasîma cenaze ya sembolîk ku organîze kirin, bal kişandin ser komkujiyên jinan. Jinên beşdarî çalakiyê bûn bang li hikûmetê kirin ku li hemberî tundiya li ser jinê bi berpirsyarî rabe.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis- Sazî û komeleyên jinan ên li Tûnisê bi çalakiyên cur bi cur li dijî tundiya li ser jinê û qetlîamên jinan têdikoşin. Jinên ku di 28’ê Nîsanê de li Tûnisê merasîmeke sembolîk pêk anîn, bal kişandin ser qetlîamên jinan. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn, polîtîkayên hikûmetê yên jinan protesto kirin û diyar kirin ku Qanûna Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya bi hejmara 58'an pêk nayê. Komeleyên jinan ên beşdarî çalakiyê bûn, bang li hikûmetê kirin ku di çarçoveya stratejî û plansaziya tundî û cînayetên li ser jinan de, komeleyên jinan ên li qadan bi cih bike.

Jinên femînîst ên beşdarî çalakiyê bûn, zêdebûna qetilkirina jinan a li Tûnisê û ji bo çareseriya pirsgirêkê çi bê kirin ji ajansa me re nirxandin. 

'Ji sedî 90'ê jinên hatin qetilkirin daxwaza parastinê bûn'

Seroka Komeleya Aswat Nisaa Sarah bin Saeed, diyar kir ku rêxistinên sivîl û rêxistinên femînîst zextê li hikûmetê dikin ku qanûna jimare bi cih bîne.

Sarah bin Saeed diyar kir ku ji sedî 90’ê jinên hatine qetilkirin daxwazên parastinê û doz li dadgehan hatine vekirin, diyar kir ku heta ev jin neyên qetilkirin dewlet bi ti awayî tevnegeriya. Sarah bin Saeed got, “Ji bilî kar û çalakiyên xwe yên li dijî tundiya li ser jinan, civaka sivîl di heman demê de ji bo parastin, perwerdekirin û bihêzkirina jinan ji bo şikandina astengiya tirs û bêdengiyê dixebite. Bi kampanya û lêkolînên di vî warî de hatin kirin rolek girîng leyîst."

'Têkoşîna li dijî tundiyê mijareke siyasî ye'

Parêzer Moufîda Balghith jî anî ziman ku civaka sivîl di derxistina qanûnên kêmkirina tundiya li ser jinan de xwedî roleke girîng e. Mûfîda Balghith kampanyayên mezin ên ku berê ji aliyê komeleyên jinan ve ji bo amadekirina qanûnek temam hatibûn meşandin bi bîr xist û got ku di sala 2004'an de qanûneke din ji bo têkoşîna li dijî hemû cureyên tundiya li ser jinan, di sala 2004’an de li dijî  destdirêjiya zayendî û di sala 2017’an de li dijî şîdeta siyasî, hat derxistin.

Moufîda Balghith amaje bi wê yekê kir ku komele roleke ducarî di lidarxistina çalakiyên hişyarkirina mafên jinan ên yasayî û dadgehkirina tacizkaran de dilîzin û tekez kir ku pirsgirêk di pêkanîna mafên rewa de ye. Mûfîde Balghith bal kişand ku hin jinan ji ber zextên malbat û civakê, pirsgirêkên aborî û nepêkanîna qanûnê dest ji doza xwe berdane û wiha got:

“Lê jin neçar be vê yekê bike jî divê daraz vê yekê qebûl neke û vê rewşê bişopîne û piştgiriyê bide jinê. Lê mixabin dema ku jina lêdankirî xwe vedikişîne ji ber şert û mercên ku jê re hiştiye doz tê betalkirin. Ev rewş teşwîqê sûcdarê şîdetê dike. Ji ber bêcezabûnê şîdeta li ser jinê zêde dibe. Weke civaka sivîl, divê em li ser vê mijarê zêdetir hişyariyê bidin. Ji ber ku ev qanûn nayê pêkanîn û ji aliyê jinan ve têra xwe nayê zanîn komkujiyên li ser jinan duqat dike. Di vî warî de divê hikûmet bi tevahî berpirsyariya xwe bigire ser milê xwe, ji ber ku têkoşîna li dijî tundiyê mijareke siyasî ye.”

'Rola rojnamegerên jin girîng e'

Rojnamegera femînîst Reem Shaabani diyar kir ku raporkirina merasîma cenaze ya sembolîk a ji aliyê jinan ve tê organîzekirin, ji bo hişyarkirina tundiya li ser jinê û piştgirîkirina têkoşîna jinan girîng e. Reem Şabanî amaje bi wê yekê kir ku hikûmet nikare vê yasayê cîbicî bike, tevî ku Tûnis qanûnek dijî tundiya li ser jinan heye.

Reem Shaabani ku nîgeraniya xwe ya cidî li ser zêdebûna xeternak a rêjeya tundiya li ser jinan anî ziman û got, "Em weke jinên rojnameger divê hinekî ji dema xwe ji bo şermezarkirina van kiryaran û binpêkirinên li ser jinan, banga bernameyên bilindkirina hişmendiyê bikin." ji bo kêmkirina şîdetê di nava bernameyên perwerdehiyê de cih bigirin." Reem Shaabani bang li rojnamegerên jin kir ku bi berçav girtina pêwistiya mafê xwe gihandina agahiyê li dijî tundiya li ser jinê têbikoşin û zagona jimarê 58’an bidin nasîn. Reem Shaabani destnîşan kir ku bi rapor û nûçeyên li ser xebatên komaleyên jinan ên Tûnisê piştgirî ji bo xebatên jinan bên dayîn.