‘Naskirina Talîbanê li hember jinên Afganî suc e’

Jinên Afganî diyarkirin ku naskirina Talîbanê di qada nawnetewî de li hember wan suc û îxanet e, wê ev yek li welat bibe sedema binpêkirina mafê mirovan.

BAHARÎN LEHÎB

Kabul - Jinên Afganî bi hefteyan e ku di civîna Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku wê di 1'ê Gulanê de li Dahoya paytexta Qatarê bê lidarxistin, ji bo civînê vexwendina Talîbanê protesto dikin. Jinên ku beşdarî xwepêşandanên bajarê Taloqan ê parêzgeha Taharê bûn, ji ber ku ji bo civîna ku dê pêşeroja Afganistanê were gotûbêjkirin, nehatine vexwendin, aciz in.

Afganiyan der barê ku gotinên dewletên cîhanî dibêjin ku 'asayî ye' Talîban ji aliyê welatên cîhanê ve bê naskirin, şîrovekirin û diyarkirin ku "Ji ber ku van welatan bi pêşengiya DYA'yê di şevekê de hikûmet hilweşandin û Afganîstan radestî Talîbanan kirin." 

‘Em ê ji bo mafê xwe têbikoşin’

Endama Tevgera Jinên Afganî ya Xwepêşandêr Masoumeh Ayubi ku pêşengiya xwepêşandanan dikir jî wiha got: "Naskirina Talîbanê cudakariya zayendî û wehşeta ku ji aliyê Talîbanê ve tê kirin rewa dike." Refter û kirinên Talîbanê ji her kesî re vekirî ye. Jin jî rastî qamçiyan, lêdan, girtin û zextan tên. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo mafên xwe bidomînin."

'Talîban ne hikûmet e'

Shakiba Farrukh Afridi ku beşdarî xwepêşandanê bû got, "NY çawa pêşniyara naskirina Talîbanê dike? Naskirina Talîbanê sûc û xiyanetek li dijî jinên Afganî ye. Li gorî me Talîban ne hikûmet e, teror e ku beşeke mezin ji xelkê bi taybet jinan wêran dike” û tekez kir ku ew ê têkoşîn û çalakiyên xwe bidomînin.