Li Qamişloyê jin 1’ê Gulanê pîroz kirin

Komîteya Aborî ya Kongra Star 1’ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê bi şahiyek pîroz kir.

Qamişlo - Komîteya Aborî ya yek ji komîteyên bingehîn a Kongra Star e bi boneya 1’ê Gulanê ya Roja Kedkarên Cîhanî şahiyek lidar xist.

Pîrozbahî li projeya demsal a navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate li dar xistin. Di şahiyê de hemû karker û kedkarên Komîteya Aboriya Jin, endam, rêvebir û sazî û dezgehên Kongra Star amade bûn.

Berdevka Komîteya Aboriya jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gulê Mirad a beşdarî şahiyê bûbû vê rojê li hemu kedkaran û bi taybetî li kedkarên jin pîroz kir û wiha pêl da axaftina xwe: “Roja 1’ê Gulanê rojek pîroz e ku karker hemû hêjatî heq dikin. Kesên bi berhem bingeha civakê ne, ji lewra em dizanin ku bê ked û bê xwîdan tiştek ava nabe.  Jin ji aliyê desthilatdar ve dûrî aboriyê ketibû, bi şoreşa jinê re ev yek guhert û aborî vegeriya xwediyê xwe. Çawa ku jin pêşenga şoreşê ye, îro jin pêşenga aboriya civakê ye jî. Jin dema bi destê xwe kar dike ruh û exlaqên xwe dixe wê berhemê. Em cardin vê rojê li tevahî karkeran pîroz dikin.”

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.