Jin ji bo keda xwe ya nedîtî têdikoşin

Jinên ku di jiyana kar de rastî cudakariya zayendî tên, ji bo zext û keda xwe ya nedîtî di qadên giştî û taybet de du qat têdikoşin.

Asmaa Fethî

Qahîre- Jin di jiyana kar de rastî gelek cudakariya zayendî tên. Jinên ku bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin, weke kêm mûçe, mobbing, zext, tundî, erîşa zayendî û nedîtina keda wan, di qada kar de yekemîn koma tê fedakirin e. Dîsa jinên ku di heman demê de berpirsyariya zarok û malbatan digirin ser milê xwe, ji bo keda xwe ya nedîtî zêdetir têdikoşin.

Rojnameger Eman Samir û Derûnnas Hala Hammad ên ku me bi boneya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li ser zehmetiyên jinan di jiyana kar de pirs kir, behsa zextên civakî û tundiya pir zêde ya jinên kedkar kirin.

'Tê xwestin ku em di malan de bên hepiskirin'

Eman Samir ku li eyaleta Asyûtê rojnamegeriyê dike, diyar kir ku ji ber jinbûna wan di jiyana kar de rastî gelek cudahiyan tên û hevalek wê mêr ê ku bi hevre kar dikin jê re gotiye, "Bizewice û li malê birûnê." Eman Samir, da zanîn ku nêrînek heye ku jinan di malên hepis dike û wiha got: “Nêzîkatiyek tê kirin ku sankî em berpirsiyar in û pêwîstiya me bi xebatê nîne. Hebûna me ya li cihê kar wekî zêde tê dîtin. Ev nêzîkatî rê nade ku em bi azadî tevbigerin û hilberînin. Ev nîzîkatî hişt ku ez bi hevalên xwe re tekîliyên xwe sînordar bikim. Ez ji derveyî karê xwe beşdarî tu civînan nabim.

'Jin dixwazin di cîhek ewle de bixebitin'

Eman Samir anî ziman ku gelek pîşe di destê mêran de ne û şîdeta derûnî li jinan tê kirin û got ku jin bi gelek binpêkirinên mafan re rûbirû dimînin.  anî ziman ku jin dixwazin di hawîrdorên ewle de bixebitin ku cihêkariya li gor zayendê ji holê rabe û wiha pêde çû:

“Berî her tiştî divê rêz li mafê derketina jinan a ji malên xwe bê girtin. Dîsa divê rêz li rol û xwestekên jinan bê girtin û zarok jî bi vê hesasiyetê bên mezinkirin. Divê vê mijarê di civakê de hişyarî bê çêkirin. Jin li kar, li malê, li kolanan tên bindestkirin. Divê bi belgekirina vê zilmê, bi taybetî jî zexta li ser jinan li cihên kar tên kirin, ceza û bên dayîn. Dîsa bi zagonên xurt em dikarin cihê jinan di jiyana xebatê de xurt bikin. Dema ku jin giliyê tundî û tacîza ku li ser kar hatiye kirin dike ji jinê re delîl tê xwestin. Çawa dikare vê yekê îsbat bike? Her wiha pêvajoyeke bi vî rengî jinê jî ji karê wê dûr dixe.”

'Zexta li ser jinan dibe sedema depresyonê'

Derûnnas Hala Hammad anî ziman ku jîngeha kar a ne ewle ku jin li gorî zayenda xwe rastî tundî, binpêkirin û cudakariyê tên bandorê li psîkolojiya wan dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ya herî zêde ji van bandoran nexweşiya stresê ya trawmatîk e ku dê demek dirêj bi xwe re rû bi rû bimîne. Her wiha çend nexweşiyên din wek depresyon û angsiyate zexta li ser karmendên jin kirin, kirina wê rêbazeke şaş e, ku gelek caran bandoreke derûnî ya neyînî dike, nemaze eger bi newekheviya darayî re hebe, ev yek dê bibe sedem ku performansa wan kêm bibe.”

'Divê pêşî ne zayendî li hilberîneriyê bê vekirin’

Hala Hammad anî ziman ku gelek faktor hene ku jîngeha xebatê ji bo jinan ne ewle dike û got ku ya yekemîn rola zayendî li ser jin tê ferzkirin. Jin ji ber rewşên wek ducanî û şîrdana zarokên xwe ji kar hatine dûrxistin, yan jî di pêwajoya karkirinê de tercih nekirine ku wan têxin nav kar. Hala Hammad destnîşan kir ku divê li cihên kar pêşî ne zayendê li berberî hilberîneriyê û performansê bê vekirin, dema ev hatin pêkanîn dibe ku mêr di pozîsyoneke paş de bin.

Hala Hemmad gotinê xwe wiha bi dawî dike: "Ez di wê baweriyê de me ku çareseriya herî bi hêz ew e ku jin bi mafên xwe bizane. Ev yek dihêle ku li ser kar sînoran ji derdora xwe re deynin û rê nedin binpêkirina cihên vekirî."